ROJEVA 26'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê darê wê were şopandin.
- Bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi greva birçîbûnê ya girseyî tê şermezarkirin.
- Rewşa Nasir Nagiz roj bi roj giran dibe ku 126 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye.
- Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersimê diyar kirin, 31'ê Adarê wê dengdan li ser demokrasî û rejîma yek şexsî bê kirin û gotin, faşîzma AKP-MHP'ê wê li Dersimê bê qelskirin.
- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci got, AKP-MHP hewl dide bi gefan bi ser bikeve, lê 31'ê Adarê wê têk biçin.
- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Navçeya Akdenîzê Emîne Şîlan Yuksekkaya got, "Em ê rengê jinê, çand û hunerê bidin Şaredariya Akdenîzê. Ez bi gelê xwe, gelê me jî bi me piştrast e. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin."
- Gerîlayên ji Sêrtê diyar kirin, hilbijartinên xwecihî yên roja Yekşemê ji bo gelê Kurd gelekî girîng in û gotin, gelê Sêrtê wê dawî li dagirkeriya Erdogan bîne û xwedî li îradeya xwe derkeve.