Bîrdal: Tecrîdê civak dorpêç kiriye

Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Akin Bîrdal diyar kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan re civak hatiye dorpêçkirin û got: “Bi tecrîdê civak tê cezakirin. Mîlyonan kes rêzdar Ocalan weke rêberê xwe dibîne û ji bo vê yekê tecrîd nayê qebûlkirin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, di roja 138'an de didome. Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yê berê Akin Bîrdal têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ji ANF’ê re axivî. Bîrdal da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tevahiya civakê dorpêç dike û anî ziman ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi çalakiya xwe rûyê qirêj yê civaka navnetewî teşhîr dike.

‘TECRÎDÊ RAKIN'

Bîrdal, polîtikayên AKP'ê yên tecrîdkirina Îmraliyê û Ocalan rexne kir û wiha axivî: “20 sal e li Îmraliyê bêhiqûqî heye. Di dîroka siyaseta dinyayê de tê dîtin ku li ser gelek Rêberên Gelan têcrîd herî zêde 10-15 sal hatiye meşandin. Lê mixabin 20 sal e bi awayek sîstematîk tecrîd li ser rêzdar Ocalan tê meşandin. Ji 27’ê Tirmeha 2011’an û vir de parêzer bi tu awayî nikarin bi rêzdar Ocalan re hevdîtinê bikin û tu agahî ji greva Îmraliyê nayê girtin. Ji bo hûn Tirkiyê ji van pirsgirêkan rizgar bikin divê hûn berî her tiştî tecridê rakin. Berpirsiyarê tecrîdê hikûmeta AKP’ê ye. Heta ku ev tecrida mudlaq bidome bê hiqûqî û bê edaletî dê li Tirkiye berdewam bike. Ji ber ku tecrîd, çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd asteng dike. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe jî li vî welatî tu pirsgirêk çareser nabin. Ji ber tecrîd ranabe û pirsgirêka Kurd çareser nabe her roj pirsgirêk zêde dibin.”

‘TECRÎD ME HEMÛYAN DORPÊÇ DIKE’

Bîrdal destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de civak tê cezakirin û anî ziman ku bi mîlyonan kes rêzdar Ocalan weke rêberê xwe dibîne û ji bo vê yekê tecrîd nayê qebûlkirin. Bîrdal derbirî ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan aştî û demokrasiyê tecrîd dike û wiha pê de çû: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger xwest balê bikişîne li ser vê yekê. Di heman demê çalakiya Guven balê dikêşe li ser neçareserkirina pirsgirêka Kurd û bêhiqûqî û bêedaletiya li Îmraliyê. Bi rojan e dilê me li Amedê lê dide. Li Enqereyê ji bo mijara tecrîdê me xwest bi rayedaran re hevdîtin bikin, lê mixabin muxatab tune ne. Me berê jî şahidiya grevên birçîbûnê kir. Muxatebek hatibû dîtin û mesele hatibû çareserkirin. Tecrîd me hemûyan dorpêç kiriye. Girtiyek ku gel dibêje ‘rêberê min e’ ev ji aliyê hiqûqî wêdetir aliyê wê siyasî hene. Leyla Guven jî dixwaze vê yekê teşhîr bike. Dixwaze balê bikişîne ser neçareserkirina pirsgirêka Kurd. Guven giraniya şertên girtîgehan nîşanî me dide.”

‘EM DENG BIDIN VÊ QÎRÎNÊ’

Bîrdal destnîşan kir ku Leyla Guven 137 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Ez bang li hemû cemaweriya Tirkiye û dinyayê dikim. Em deng bidin vê qîrînê û vê qîrînê bilind bikin. Ev têkoşîna edalet û hiqûqê ye. Îro bi hezaran girtî li girtîgehan bedena xwe daye ber mirinê û di grevê de ne. Em ji Wezareta Dadê û hikûmetê dixwazin hiqûq û zagona xwe têxin meriyetê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê. Îro hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Ger ku hiqûq hatibe rawestandin, siyasetmedar, wekîl, hevşaredar hatibin girtin, ger ku mirov ji ber axaftin û fikrên xwe bên girtin wê demê welat di bin tecrîdê de ye. Hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê em carek din dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Welat ji bin tecrîdê derkeve.”