Parlementerê berê yê HDP’ê Kurkçu bi Serokwezîrê Swêdê re civiya
Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu bi Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven re civiya.
Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu bi Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven re civiya.
Kurkçu bi semînereke li Navenda Olof Palmeyê re bi partiyên çepgir ên Behra Spî û Efrîkaya Bakur re civiya û tevlî kongreyên Partiya Karkerên Demokrat ên Sivakî û Partiya Çepgir bû.
Kurkçu di heman demê de Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven û bi wezîran re civiya. Kurkçu ji wezîran re diyar kir ku Tirkiye di serdemeke gelekî tarî de ye û gelê Kurd û mûxalefeta civakî ya demokratîk a Tirkiyeyê li ber xwe didin.
Kurkçu diyar kir ku ji ber hilbijartina di 31’ê Adarê de zextên li ser partiya wan HDP’ê zêde bûye û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di bin tecrîdeke giran de ye.
SEROKWEZÎR LOFVEN: EM LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER HDP’Ê NE
Serokwezîr Lofven û rêveberên Partiya Karkerên Demokrat ên Civakî diyar kir ku ew çalakiya Leyla Guven û ya çalakgerên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopînin û ji ber tendirustiya çalakgeran ew bi fikar in
Lofven û rêveberên kabîneyê gotin, ew her tim li ber zext û êrîşên li dijî HDP'ê rabûne û ji niha û pê ve jî wê li dij bisekinin.
Kurkçu bi Wezîra Alîkariya Derve Ann Linde û Paralmenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Komîserê berê yê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg re jî hevdîtin kir.
'ERDOGAN WÊ DERBA DESTPÊKÊ YA TÊKÇÛNÊ BIXWE'
Kurkçu tevlî kongreya Partiya Çep a bajêr jî bû. Kurkçu rewşa siyasî ya giştî ya li Tirkiyeyê, zext û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan bi bîr xist û diyar kir, HDP wê di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser bikeve. Kurkçu got, "Erdogan wê 1'ê Nîsanê derba destpêkê ya têkçûnê bixwe. Werin bi çavên xwe bibînin."
Kurkçu piştî Stockholmê berê xwe da Strasbourgê û wê bi nûnerên komên siyasî re hevdîtinan bike ku grevê birçîbûnê bixin rojeva Parlamenta Ewropayê.