NAV-DEM'ê ji bo merasîma cenazeyê Şakar bang kir

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar ku wê roja Sêşemê pêk were banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hate gotin, "Ûgûr Şakar xwe ji bo azadiya gelê Kurd şewitand."

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de li ser dema merasîmê agahî hate dayin û hate gotin, "Ji bo Ûgûr Şakar ê şehîd bû, 26.03.2019'an wê li navnîşana Rheydter Str. 191, 41464 Neussê li goristanê saet 13:00 merasîma cenaze pêk were."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, jin û ciwanan û dostan hate kirin ku tevî merasîma cenaze bibin.