Girtiya siyasî ya bi navê Medya Çinar di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî kiribû û dawî li jiyana xwe anîbû. Dewletê wesayîta cenaze jî neda malbata Medya Çinar.
Malbat ji bo wergirtina cenaze ji Amedê wesayîteke cenaze anî. Gundê Çîmenlî yê Qoserê yê ku ew ê cenaze lê were veşartin jî ji aliyê leşkeran dora wê hate girtin. Bi hinceta ku ‘biryara walîtiyê’ heye, heyeta ku çûbû gund, ji gund hate derxistin.
Jendirmeyan ketin û derketina gund qedexe kirin. Ji xeynî gundiyan kes nikare têkeve gund.
Dayîkên Aştiyê diyar kirin ku wan bi dayîka Çinar re hevdîtinek kirine. Tê payîn ku çend saet şûnde cenaze were wergirtin û ji bo veşartinê bibin gund.