Aborî hildiweşe bêkarî zêde dibe!
Li milekî aboriya Tirkiyê her diçe hildiweşe, li aliyê din bê karî zde dibe. Li gorî îstatîstîkên dewletê rêjeya bêkariyê derkete 11 ji sedî. Bêkariya herî zêde jî li bajarên Kurdistanê heye.
Li milekî aboriya Tirkiyê her diçe hildiweşe, li aliyê din bê karî zde dibe. Li gorî îstatîstîkên dewletê rêjeya bêkariyê derkete 11 ji sedî. Bêkariya herî zêde jî li bajarên Kurdistanê heye.
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyê (TUİK), îstatîstîkên kar ên sala 2018’an eşkere kir. Li gorî daneyên TUİK’ê, rêjeya bêkariyê ya li derveyî cotkariyê 12,9 ji sedî hate eşkerkirin. Rêjeya bêkarên ciwan ên temenê wan 15-24 jî derketiye 20,3 ji sedî. Li borî berê ev rêje 0,1 ji sedî zêde bûye û bûye 11,2 ji sedî.
3 MÎLYON 537 HEZAR...
Li gelemperiyê Tirkiyê di nav kesên ku temenê wan di navbera 15 û jortir de sala 2018’an li gorî sala borî 83 hezar zêde bûye û bûye 3 mîlyon 537 hezar kes. Rêjeya bêkariyê jî bûye 11 ji sedî.
Hejmara kesên karê cotkariyê dike 167 hezar kes kêm bûne.
BÊKARIYA HERÎ ZÊDE LI KURDISTANÊ YE
Deverên ku rêjeya bêkariyê lê herî zêde jî bi rêjeya 25 ji sedî bajarên Mêrdîn, Êlih Şirnex, Sêrt in. Cihê bêkarî lê hindik jî bi rêjeya 5,1 Kastamonu, Çankiri, Sinop in.
Bajarên herî zêde xwedî rêjeya îstîhdamê ne jî bi rêjeya 55,3 Tekîrdag, Edîrne, Kirklarelî ne. bajarên xwedî rêjeya herî kêm a îstîhdamê jî bi rêjeya 30,5 ji sedî Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrt in.