Girtiyên siyasî yên li Şakranê ji bo 4’ê Nîsanê peyam şandin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê  derbarê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke pîrozbahiyê weşandin.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê  di greva birçîbûnê de ne, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kartek şandin.

Kart li ser navê Yilmaz Ozlu, Ahmet Batûr û Zekî Yîgît hate şandin ên ku di greva birçîbûnê de ne û hate gotin “Berdêla wê çi dibe bila bibe, wekî ku heval Kemal Pîr gotiye, bi qasî ku ji bo wê bimirin, em ji jiyanê hez dikin. Ji 1’ê Adarê û şûnde em 55 heval di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de. Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin.”