Li Cizîr û Mêrsînê 13 kes hatin girtin

Li Cizîrê di serdegirtina malan de ku hevşaredarê berê yê navçeyê Aydin Bûdak jî di nav de 6 kes hatin girtin. Li Mêrsînê jî 7 kes hatin girtin.

Di serdegirtinên berî du rojan ên li navçeya Cizîr a Şirnexê de ku têde namzetê Meclîsa Giştî ya Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alî Akdenîz, Serokê Şaredariya berê yê Cizîrê Aydin Bûdak, rêveberê Rêxistina HDP2’ê ya Navçeyê Huseyîn Yîgît, Abdurehman Ûgûr, Nezîr Akengîn, Abdullah Sûngûr, Mûstefa Çomlek ên hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeya wan a li emniyetê û şûnde sewqî edliyeyê hatin kirin.

Pişît îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ sewqî dadgehê htain kirin. Ji 7 kesên sewqî dadgehê hatin kirin Huseyîn Yîgît hate berdan. 6 kesên din bi heman hincetê hatin girtin.

Abdullah Gungen ê HDP’î berê li Şirnexê hatibû destgîrkirin ku namzetiya parlementeriyê ya wî ji aliyê Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) ve hatibû redkirin jî ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Gungen ê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

LI MÊRSÎNÊ JÎ 7 KES HATIN GIRTIN

Piştî 3 kesên ku di nav de xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam Mûrat Sekemen jî heye 13’ê Adarê li Mêrsînê hatibûn destgîrkirin û şûnde li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin, bi şertê kontrola edelî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin. 11 kesên ku xebatkarê rojnameya Yenî Yaşam Tûba Salman û endamên Meclîsa Ciwanên Bajarê Mêrsînê yên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) jî di nav de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ sewqî Dadgeha Cezayê Sulihê hatin kirin.

Sekman, Salman li gel endamên meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mêrsînê Bairş Aydin, Baran Kalabay, Agît Sezer, Fatma Oksuzz, Hogir Hazir bi şertên kontola edlî hatin berdan. Ji endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Senem Guven, Hzîbûlah Ekîncî, Rojda Salam, Vedat Tûrgût, Diyar Tûrgût, Abdurrahmaîm Demîr û Mehmet Koç jî bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.