Bayram Namaz ê MLKP'yî li Den Haagê hat bibîranîn
Endamê Komîteya Navendî Bayram Namaz ê li Serêkaniyê şehîd bûyî, li Den Haagê hate bibiranîn.
Endamê Komîteya Navendî Bayram Namaz ê li Serêkaniyê şehîd bûyî, li Den Haagê hate bibiranîn.
Endamê Komîteya Navendî yê MLKP’ê Bayram Namaz (Baran Serhat) ku li Serêkaniyê di encama êrîşeke suîkast a bombeyî de şehîd bûyî, li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi merasîmekê hate bi bîranîn.
Di merasîmê de, di kesayetiya Namaz, Ayten Beçet a li dijî tecrîdê çalakiya fedaî pêk anî, Ugur Şakar ê li Elmanyayê bi heman armancê bedena xwe dayî ber agir û şervanê TKP/ML TİKKO Lorenzo Orsetti de şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.
Daxuyaniya MLKP-Kurdistanê ya piştî şahadeta Bayram Namaz parve kirî jî di merasîmê de hate xwedin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êrişên bêbext nikarin meşa me ya şoreşê bisekinînin, xeyala me ya Kurdistanê biqedînin.”
Di bîranînê de bi dengê Bayram Namaz ê ku beriya şehîd bibe hatî qeydkirin, hate guhdarkirin ku Namaz dibêje, “Me serî netewand, jiyan û şoreş li her derê ye. Hêvî bi ser bilindî li her derê ye..” hate guhdarkirin.
Nas û hevrêyên Namaz ên pê re mayî qala têkoşîn û meşa wî ya şoreşê kirin.
Piştî merasîmê beşdarvan bi komî çûn serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ku çalakiya wan kete roja 65’an