Axaftina herî dawî ya Koçak: Bêhna min diçike

Mûstafa Koçak ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Kiriklarê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, herî dawî 23'ê Nîsanê roja Pêncşemê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî bû. Koçak gotibû, "Bêhna min diçike."

Bêyî ku delîlek hebe, bi îfadeya 'şahidekî' veşartî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê giran li Koçak hatibû birîn. Mûstafa Koçak ji bo bi rengekî adîl were darizandin dest bi rojiya mirinê kir û di roja 297'an de jiyana xwe ji dest da.

Koçak herî dawî roja 23'ê Nîsanê bi malbata xwe re axivî bû. Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, di axaftinê de ku dengê wî hate qeydkirin, Koçak tim û tim digot 'Bêhna min diçike'.

Axaftina Koçak a bi malbatê re wiha ye:

"...

Mûstafa Koçak: Rewşa min êdî gelekî nebaş e.

* Çi yê te heye? (Xwişk)

M.K: Lingên min sor bûne, werimiye. Bedena min bi temamî werimiye, zikê min werimiye. Du roj in êdî bêhn li min diçike.

* Keko hinekî li ber xwe bide.

M.K: Wextê min zêde nîne. Bêhn li min diçike, nikarim êdî xwe bilivînim.

* Temam ez ê niha li parêzeran bigerim. Wê bên. Em zextê li her derê dikin, lê ji kerema xwe hinekî li ber xwe bide.

M.K: Bêhn li min diçike, êdî nikarim xwe bilivînim. Dibe ku roja Yekşemê nikaribim bi telefonê biaxivim.

* Mûstafa tu çawaye kurê min? (Bav)

M.K: Bavo ez gelekî nebaş im.

* Ez bimirim ez bimirim (Bav)

M.K: Êdî bêhn li min diçike, zikê min werimiye. Gelekî diêşim. Di nava nivînan de jî êdî nikarim xwe bilivînim. Yanî nizanim wê çi bibe. 2 roj in rewşa min bi vî rengî ye.

* Bersiv ji daxwaznameyê nehat? (Bav)

M.K: Na.

* Mûstafayê min, Mûstafayê min (Dayik)

M.K: Dayê, bêhn li min diçike.

* Ez bibim qurbanê hilma te kurê min, bibim qurbanê nefesa te... (Dayik) Em gelekî ji te hez dikin. Mûstafa, silavên yên li Elmanyayê yên li derveyî welat li te hene. (Bav)

M.K: Bavo ez êdî nikarim zêde hilmê bistînim.

* Temam tu neaxive, em biaxivin. Wana Xwedê nas nakin, ji Xwedê natirsin. Êdî bes e. Em ê xwe bişewitînin. Wellehî ez ê xwe li ber deriyê girtîgehê bişewitînim. Ya ku dawiyê bikim wê ev be.

M.K: Na.

* Tu dibêjî na, lê tu tune dibe û diçe. Li pêş çavên me tu dihele, em nabînin. (Bav)

Mûstafa ez bibim dest û lingê te, ez qurbana te bim kurê min (Dayik)

Em wê wê hilmê bidin te. (Bav)

M.K: Ez digirim.

* Temam bigire, em gelekî ji te hez dikin...)