ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Tabûra Ermen a Nûbar Ozanyan, ku di salvegera 104'an a Qirkirina Ermenan de li Sûriyeyê ava bû, kete sala xwe ya 2'emîn. Li gel amadekariya ji bo tûgayê, niha jî karê ji bo meclîsa Ermenan tê kirin.
Dewleta Tirk bi bahaneya vîrûsa koronayê kujer, serçete û lîderên mafyayê berda, lê rojnamevan û mûxalîfan girtî dihêle. Ev yek li medya Swêdê bû sedema rexne û nerazîbûnan.
Dewleta Tirk ku doh Ermen qir kir, îro jî Kurdan qir dike, ji aliyê rêbazê ve timî xwe dubare kir. Lê belê Tevgera Kurd a li hemberî vê yekê rabû, kir ku rêyên hesabpirsînê bên vekirin.
Berdevka Kantona Qamişloyê ya Komîteya Tenduristiyê Rojîn Ehmed tevdîrên li Dêrikê yên li dijî vîrûsa koronayê nirxand û got, "Komîteya Tenduristiyê li herêmê dest avakirina bi navendên li dijî vîrûsa koronayê kir."
Gelê Ermen li gel tevdîrên tund ê ji ber krîza Covîd-19 qurbaniyên xwe yên qirkirinê di salvegera 105'an de bi bîr tîne.
Li Ewropayê ku ketiye bin bandora giran a Covîd-19, metirsiya birçîbûnê li ser bi dehan milyon kesî heye.