Li Ermenîstanê mexdûrên qirkirinê têne bibîranîn
Gelê Ermenîstanê li gel tevdîrên jidiyayî yên ji ber krîza Covîd-19'ê jî qirkirina beriya bi 105 salî bi bîr tîne.
Gelê Ermenîstanê li gel tevdîrên jidiyayî yên ji ber krîza Covîd-19'ê jî qirkirina beriya bi 105 salî bi bîr tîne.
Merasîmên ji bo kesên ku di qirkirina Ermenan de, ku qirkirinê 24'ê Nîsana 1915'an dest pê kriibû, jiyana xwe ji dest dane werin bibîranîn, îsal ji ber sînordarinên bi sedema Covîd-19'ê berteng in.
Meşa bi xetîra ku her sal li paytext Êrînê dihate kirin ji ber Covîd-19'ê îsal betal bû. Li gel vê jî li tevahiya welêt ji bo kesên ku di qirqirinê de hatin qetilkirin şewle hatine tefandin.
Gel li tevahiya welêt derkete ber penceyê xwe û mûm vêxistin. Her wiha li dêran jî naqosê lêda.
Serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan ji bo roja bibîranînê ya qirkirinê axivî û got, ''Em ê kesên ku bûne qurbaniyên qirkirinê her demê li her deverê, em li kûdera cîhanê jî bin bi bîr bînin.''
Di dewleta Osmanî de, di qirkirina sîstematîk de ku 1915'an dest pê kiribû 1,5 milyon Ermen hatibûn kuştin. Dewleta Tirk qirkirinê ya ku ji hêla gelek dewleta ve hatiye qebûlkirin red dike.