Derziya Covîd-19 a Çînê li ser meymûnan tesîra xwe nîşan da!

Derziya ku li Çînê li dijî şewba Covîd-19 hate amadekirin li ser meymûnan hate ceribandin. Hate eşkerekirin ku derzî bi bandor e.

Li gorî daxuyaniya Sînovac Bîotech ku yek ji mezintirîn şîrketên sektora dermanan e, derziya ku tê de hêmanên patojen ên bêbandor ên vîrûsê hatin bikaranîn, li ser heyşt meymûnên Hînt hate bikaranîn. Hate ragihandin ku meymûn piştî sê hefteyan bi rengekî sûnî enfekte bûn.

Labûratûwara Çînî ragihand ku derziya ceribandî yekemcar bi rengekî berfireh meymûn ji vîrûsa koronayê parastin.

Encamên lêkolînê li malpera bîoRxîvê hate weşandin. Li gorî vê yekê, "Di asteke bilind de derzî li çar meymûnan hate xistin. 7 roj piştî ku bi vîrûsê ketin, li gurçikên meymûnan vîrûs nehate dîtin."

Hate ragihandin, li organîzma çar meymûnên din ku derziyek di asteke kêm de dabû wan, hejmara vîrûsê zêde bû, lê tevî vê yekê meymûnan karîbûn li dijî nexweşiyê li ber xwe bidin.

Ji bo ev encam ji aliyê civata zanyaran ve bê pejriandin divê ji nû ve bên nirxandin.

Labûratûara Moderna ya Emerîkayê jî di heman demê de ragihand ku di n ava meha Adarê de dest bi ceribandina klînîk a derziyê kiriye.