Kedkarên jin ên malê di rewşeke zehmet de ne
Evîd-Senê ragihand ku karkerên jin ên li malê di pêvajoya şewbê de zor û zehmetiyên giran dikişînin. Sendîkayê ragihand, herî kêm 7 jin bi şewbê ketine.
Evîd-Senê ragihand ku karkerên jin ên li malê di pêvajoya şewbê de zor û zehmetiyên giran dikişînin. Sendîkayê ragihand, herî kêm 7 jin bi şewbê ketine.
Sendîkaya Piştevaniya bi Karkerên Malê re (Evîd-Sen) li ser zor û zehmetiyên di dema şewbê de derketin pêşiya karkerên jin ên li malê, raporek amade kir. Di raporê de hate ragihandin ku li gelemperiya cîhanê zêdeyî 100 milyon karkerên jin ên li malan dixebitin bêewlehî tên xebitandin û hate gotin, şewba vîrûsa koronayê herî zêde bandor li karkerên jin ên li malê kiriye.
'EM NIKARIN SÛDÊ JI TU MAFÎ WERBIGIRIN'
Di raporê de hate ragihandin ku herî kêm 7 karkerên jin ên malê bi şewbê ketine û tedawî bûne.
Di raporê de nêrîna 30 karkerên jin ên malê yên li Stenbolê hate parvekirin. Karkeran gotin, "Her kes ditirse, me nabin malan." Jinan bal kişandin ser pirsgirêkên aboriyê û diyar kirin ku ew nikarin kirê û fatûreyên xwe bidin, her wiha dema ku destûrê dixwazin tundî li wan tê kirin.
Karkerên jin diyar kirin ku ew nikarin sûdê ji mafê tenduristiyê û alîkariya civakî werbigirin.
Evîd-Senê diyar kir ku ji bo karkerên malê divê tavilê tevdîr bên wergirtin.