CÎK: Meha Remezanê aştî, biratî û aramiy bîne

CÎK a têkildarî meha Remezanê daxuyaniyek da got: “Li beşê başûrê welatê me dîsa dijminên gelê me ji bo birakujiyê çêbikin fitneyê bi rêxistin dikin. Divê hemû partî, cemiyet û cemaetên gelê me ji vê re bêje rawestin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a li ser hatina meha Remezanê daxuyaniyek nivîskî da got: “Bi hêviya ku ji bo Alema Îslamê û cîhanê aştî û aramî pêk bê. Bi taybet daxwaz dikin ku dawî li şer, fitne û zordariya li cîhana Îslamê bê anîn. Ji ber şewba Koronayê kilîd li deriyên îbadetxaneyan hate xistin. Bi hêviya em bikevin ferqa gunehê ku mekirî û dawî li vê zilmê bînin. Her mumînek mala xwe bike îbadetxane û Remezana îsal li mala xwe bi hemû ferdê malê re pêk bîne.

Xwedê tiala ji niha ve îbadetê her kesê qebûl bike.Bang li her kesê dikin ku muhasebeya gunehê xwe bike û xwe ji zordar û zaliman dûr bixin, bibin mumînên li heq û edaletê dierin, li diî bêmafî şer rawestin, başî û qenciyê pêk bînin.

Em pirsgirêkên xwe bi biratî û guftogoyê çareser bikin. Divê êdî me çekê li birayê xwe rast nekin. Em nebin amûrên fitne û fesadiyê yên dijminên gelê Kurd. Li beşê başûrê welatê me dîsa dijminên gelê me ji bo birakujiyê çêbikin fitneyê bi rêxistin dikin. Divê hemû partî, cemiyet û cemaetên gelê me ji vê re bêje rawestin. Em ê bi hev re lîstikên dewleta mêtinger a dijminê me û xwedê ye vala derbixin. Divê em îtifaq û muhabet û biratiyê pêş bixin. Divê her kes bi aqilê selîm di çarçoveya berjewendiyên gelê me de ji bo çareseriyê tişta ji destê bê bike. Ji biratî û îtifaqê re erê, ji dijminahî û parçebûnê re na.Em Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo pêşxistina biratiyê, ji bo valaderxistina fitneyên dijmin ên di nava me de , em amade ne her cûre alîkariyê bikin..”