Koçak ê di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da
Mustafa Koçak ê 297 roj in ji bo mafê darizandina bi edalet di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da.
Mustafa Koçak ê 297 roj in ji bo mafê darizandina bi edalet di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da.
Buroya Hiqûqê ya Gel, li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku muwekilê wan Mustafa Koçak ê 297 roj in di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest daye.
Buroyê ragihand, ku muwekilê wan Mustafa Koçak ji bo darizandina bi edalet ketibû rojiya mirinê û di hucreyê de bedena wî heliya.
Buroyê da zanîn ku Koçak ji bo mafê xwe di hucreyê de bi grevê li ber xwe da û ket rêwîtiya nemir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Zanibin ku dewletê ji bo şahidekî li dadgehê guhdar neke qetil kir. Em li ber bîranîna wî bu hurmetî bejna xwe ditewînin. ''