'Zîhniyeta qirker jî têkoşîna gelan jî didomin' -NÛ BÛ
Komele û saziyên qurbaniyên Qirkirina Ermenan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku ew li gel gelên qirkirin li wan hatiye ferzkirin têdikoşin.
Komele û saziyên qurbaniyên Qirkirina Ermenan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku ew li gel gelên qirkirin li wan hatiye ferzkirin têdikoşin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Nor Zartonk, Komeleya Çanda Ermenan a Arjantînê bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermenan daxuyaniyên nivîskî weşandin.
Însiyatîfa Nor Zartonk û Komeleya Çanda Ermenan a Arjantînê bi bîr xistin ku beriya 105 salan li erdnîgariya Osmaniyan Ermen bi rêk û pêk hatin qetilkirin, hatin sirgûnkirin, mal û milkên wan hatin desteserkirin, danheviya wan a çandî ji holê hate rakirin û yên sax man jî hatin astengkirin ku venegerin warê xwe.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo gelê Ermen û gelên Suryan û Pontûs ên heman demê hatin qetilkirin, em daxwaza edaletê û rûbirûbûnê dikin." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê bi gelên zexta qirkirinê li ser wan heye, têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin.
'ZÎHNIYETA QIRKER DEWAM DIKE'
FEDA'yê jî bi bîr xist ku bi Qirkirina Ermenan re bi dehan hezar zarokên Ermen bi zorê ji malbatên wan hatin standin û bi zorê kirin Misilman. FEDA'yê ragihand ku zîhniyeta qirker li Koçgîrî, Dersim, Çorûmê, li jêrzemînên CizÎrê, li Efrînê heman komkujî kir û dike.
'105 SAL IN SÛCÊ NEFRETÊ TÊ KIRIN'
HDP'ê jî diyar kir, "Tehcîra ku bû sedema qirkirinê, di serî de li n ava Ermenan, li nava gelên Suryan, Keldan, Êzidî û Rûm bû sedema hilweşîneke mezin. Anatolî bê Xiristiyan hate hiştin. Di encama qirkirinê de mal û milk, çand bi îradeya cemaweriyê dest guhert. Tirkiye 105 sal in bi Qirkirina Ermenan re rû bi rû nebûye. Berevajî, navê kiryarên qirkirinê Talat û Enver paşa li gelek qadên cemaweriyê kiriye."
Di daxuyaniyê de qurbanî hatin bîranîn û hate gotin, "Gotina cihêkarî û nefretê bû pîvanek. Tirkiye veguheriye welatekî welê ku 105 sal in sûcê nefretê lê tê kirin."