Ji bo 21 HDP’yiyan fezlekeyên destlênedanê yên nû pêşkêşî meclîsê kirin

Di derbarê 21 parlementerên HDP’ê de 30 fezlekeyên nû yên destlênedanê pêşkêşî Meclîsê kirin.

Ji bo mafê destlênedayînê yê 21 parlementerên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bê rakin, 30 fezlekeyên nû pêşkêşî Meclîsê kirin.

Parlementerên ku fezleke di derbarê wan de hatî amadekirin ev in; Pero Dundar 1, Saîd Dede 1, Kemal Bulbu 3, Nîmetûllah Erdogmuş 2, Salîhe Aydenîz 2, Gulîstan Kiliç Koçyîgît 2, Muazzez Orhan 2, Şevîn Coşkûn 1, Dersim Dag 1, Mûsa Farisogulları 2, Semra Guzel 2, Necdet İpekyuz 1, Ayşe Surucu 1, Nûran Îmîr 2, Ayşe Acar Başaran 1, Kemal Pekoz 1, Meral Daniş Beştaş 1, Ridvan Tûran 1, Sezaî Temellî 1, Remziye Tosûn 1, Leyla Guven 1.