Kongreya Star ji bo Zînî Wertê bang li hêzên Kurdistanî kir
Koordînasyona Kongreya Star fikarên xwe yên ji ber aloziya li Zînî Wertê bi daxuyaniyekê ragihand û bang li hêzên Kurdistanî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.
Koordînasyona Kongreya Star fikarên xwe yên ji ber aloziya li Zînî Wertê bi daxuyaniyekê ragihand û bang li hêzên Kurdistanî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.
Koordînasyona Kongreya Star têkildarî alozî û rageşiya li Zînî Wertê, ku ji ber şandina pêşmergeyên PDK'ê rû da, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de sê jinên li Mexmûrê û 3 gerîlayên li Zînî Wertê şehîd bûn hatin bibîranîn û hate gotin, "Dewleta Tirk tevî van her dû bûyeran li Efrînê jî dayîkeke 80 salî kuşt û bi vê yekê careke din armanca xwe ya komkujî û qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bi awayekî zelal eşkere kir. Em weke Kongra Star polîtîkayên dewleta Tirk yên komkujî û qirkirinê şermezar dikin."
Koordînasyona Kongreya Star ragihand ku bûyerên ji ber bicihbûna hêzên PDK'ê li herêma Zînî Wertê rû dan, di nava raya giştî ya demokratîk de dibe sedema tirs û fikaran û diyar kir, "Gelekî eşkere ye ku ev bûyer ji bo îro û sibe, ango di demeke kin û dirêj de nirxên gelê Kurd hedef digire. Eger pêşî li vê hewldanê neyê girtin, bingeha dagirkeriyê ku li Başûrê Kurdistanê ji salên 1990´î ve ji bo dewleta Tirk hatiye vekirin wê mayînde bibe û li hemû Başûrê Kurdistanê belav bibe. Ev jî ji bo gelê Kurd û hemû hêzên ku ji bo azadiya gelê me şer dikin wê rewşeke gelekî aloz û xeternak bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê nabe ku ti Kurd li dijî van êrîşan bêdeng bimîne. Tevî vê yekê nabe ku ti rêxistineke Kurd jî ji bo ku werin û êrîşî hêzên gerîla, peşmergeyan an wargeha penaberan bikin, dayîna koordînatan û îstîxbaratê ya hêzên dewleta Tirk an hêzekî din a metînger, rewa bibîne û rewa nîşan bide. Eşkere ye ku ev hewldan, tinekirina hemû nirx û destkeftiyên ku di encama têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi dehan salan de hatiye afirandin e."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Weke Kongra Star em ji ber bûyerên dawî yên li herêma Zînî Wertê rû didin, êrîşên li dijî gerîla û sivîlan, ambargoya li dijî wargeha Mexmûrê û tevî vê yekê ji ber hêzên dagirker yên dewleta Tirk pêr derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, gelekî bi tirs û fikar in. Bendewariyên me ew e ku PDK, YNK û PKK li ser bingeheke hevbeş bigihêjin hev, diyaloga siyasî pêş bixin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Em bang dikin ku ev nirxên gelê Kurd ku li hemû herêman di encama berdêla bi deh hezaran şehîdan de derketiye holê biparêzin, bi awayekî hevbeş tevbigerin û bi awayekî lezgîn xebatên yekîtiya neteweyî bixin rojeva xwe.
Di vê çarçoveyê de em bang li PDK dikin ku ji sîstema cerdevantiyê ya li Bakur ku bi destê dewleta Tirk hatibû afirandin encaman derxîne. Banga me ji PDK re ew e ku hêjayî nirxên ku di encama têkoşîna bê hempa ya gelê Kurdistanê ku di nêzî 150 salan de derketiye holê û hêjayî xwîna bi deh hezaran şehîdan tevbigere, layîqî van be û dev ji gavên ku rê li ber Birakujiyê vedikin berde. Em bang li hemû welatparêzên Kurdistanê, demokrat, aliyên çep, sosyalîst, rewşenbîr, hunêrmend, tevgerên jin û civaka sivîl, serokên eşîr û rûsipiyên ol û baweriyan dikin ku ji bo ev pêvajo ber bi şerekî hundîrîn a di navbera Kurdan de neçe, bêdeng nemînin, hewldan û çalakiyên xwe bi hêz bikin.
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî li hemberî planên hevbeş a PDK û dewleta Tirk ku ji bo li Zînî Wertê hêzên xwe bi cîh bikin helwest nîşan dan. Em vê hişyarî û helwesta gelê xwe ku nîşan dane jî silav dikin. Em bang dikin ku van çalakiyên xwe bi hêz û berbiref bikin. Bi taybet jî jinên Başûrê Kurdistanê divê pêşengiya pêvajoya berxwedanê ya li hemberî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk pêş bikeve, bikin. Weke jinên Başûrê Kurdistanê û Rojava me bi hev re di nav xebatên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de cîh girt. Li hemberî bûyerên Zînî Wertê ku li dijî yekîtiya netewî ya Kurdan gefeke mezin e jî, divê em têkoşîneke hevbeş bimeşînin û pêşî li şerekî gengaz ku her tim weke jin em berdela wê ya herî mezin didin, bigirin.
Em bang li hemû hêzên Kurdistanî û demokratîk dikin ku ev polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ku yekîtiya gelê Kurd asteng dike eşkere bikin û li dijî vê têkoşîna xwe ya birêxistinkirî bilind bikin."