Dewleta Tirk şerê kêl û gorên Kurdan dike

Dewleta Tirk tiştên ku di qonaxa barbariyê de jî nehatiye kirin dike û êrîşê dibe ser kêl û gorên Kurdan, kêlên gorên Kurdan dişikîne. Vê heftiya dawî jî kampanyayeke zextê li ser gor û goristanên Kurdan dike.

Li Farqînê ya Amedê Fermandariya Jandarma ya Tir a dagirker, bi telefonê bang li malbatên gerîlayên şehîd kir da ku biçin qereqolê û derbarê gornan gef li malbatan xwarin.

Diyar bû ku leşkerên Tirk ên Tirk ji malbatan xwestine ku tîpên X, W, Q yên di elîfbêtka Kurdî  de ji ser kêlên goran rakin.

Li gorî agahiyên ku hatine standin pêrşmê qereqolê bang li malbaten gerîlayan, ku gornên zarokên wan li taxên Saglik, Kureşa û Miraliya ne û bang li muxtarên taxên navborî kirine û li qereqolê gef li li wan xwarine.

Hate gotin serleşkerê qereqolê ji malbatan û muxtaran re gotiye li ser kêlan ji bilî navên gerîlayan ên li ser nasnameyê û paşnavê wan, ti nav û nasnavekî dî wê qebûl nekin.

Hate gotin piştî ku malbatan ev qebûl nekirine li qereqolê li malbatn dane.

Tê gotin serleşkerê qereqolê hem bi telefonê û hem jî li qereqolê gef li malbatan xwariye û gotiye,''Hûnê kêlên goran bişkînin. An na em ê gornan xira bikin û cenazeyan ji wan derxînin. Piştî ku we kêlên gornan şikand hûn ê wêneyê wan ji me re bişînin.''

LI WANÊ JÎ EYNÎ HOVÎTÎ

Li nîvê Nîsanê li Wanê jî leşkerên Tirk eynî hovîtî kiribû. Leşkeran nexasim li navçeyên Çaldiran, Mûradiye, Seray û Qerqeliyê jî dabûne rex xwe û gornên gerîlayan kontrol kiribûn.

Leşkeran yek bi yek li ser gorana geriyabûn, ala, flama, sembolên kesk, sor û zer bûne he, çûbûne malên malbatan, agahiyên nasnameyan ên hemûyan xwestibûn. Leşkerên Tirk gef li malbatan xwaribûn.

17'ê Nîsanê jî leşkerên Tirk li taxan geriyan, qeydên gerîlayên ku şehîd bûne û yên goristanan standin. Li Erdîşê 2 kêlên goran li ber çavê malbatê şikandin.