Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 ji nûnerên KCD, HDP, DBP, TJA û gelek saziyên civakî yên sivîl, tevgerên ekolojiyê, sendîka û rêxistinên mafên mirovan pêk tê. Koordînasyonê agahî da çapemeniyê.
Koordînasyonê ragihand, pandemiya Covîd-19 hîn jî metirsiyeke û nerazîbûn nîşanî hikumeta Tirkiyeyê da ku têkoşîna li dijî şewbê bi rengekî eşkere nameşîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber ku mirina ji ber vîrûsa koronayê weke mirina ji rêzê tên qeydkirin û rewşa ne zelal a statîstîkan dike ku civak bikeve nava fikaran. Kedkarên tenduristiyê tecrîdkirî ne û nikarin biaxivin. TTB û sendîkayên tenduristiyê tevlî kar nehatin kirin."
Koordînasyonê ragihand ku têkoşîna li dijî pandemiyê bi rengekî belawela tê meşandin, cezayên mezin ên pereyan ku her roj li mirovan tên birîn êdî veguheriye rewşeke trajî-komîk û destnîşan kir, "Mîna ku tirs, fikar û panîka pandemiyê têrê nake, desthilatdarî bi helwesta xwe ya marjînal a ku gumanê ji her titşî dike, civakê hîn bêhtir dixe nava fikaran."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdarî bi nexweşiya desthilatdariyê nêzî şewba Covîd-19 dibe, ku ev yek jî encamên metirsîdar bi xwe re tîne. Desthilatdariyek ku paşeroja xwe di ser ya gel re dibîne, bêguman wê nikaribe karekî çêker ê tenduristiyê bike.
Desthilatdariya AKP'ê ku beriya pandemiyê di nava gelek krîzan de bû, mîna ku di gelek meseleyan de heman tişt kir, têkoşîna li dijî pandemiyê jî weke meseleyeke mayîndetiyê nirxand. Em zanin ku meseleya mayîntediya wan ne mayîndetiya civakê yan jî dewletê ye, mayîndetiya wan bi tenê ye."
Koordînasyonê ragihand ku têkoşîna li dijî pandemiyê wê demeke dirêj bidome û diyar kir, "Lewma divê bi her rengî bi zanistî tevbigere û tenduristiya gel deynin pêşiya her tiştî."
Koordînasyonê li ser karê xwe jî agahî da: "Karên me ku bi bangên piştevaniyê û hîjyenê dest pê kir, bi têkoşîna hiqûqî ya bi malbatên girtiyan re, xebatên hilberîna alternatîf li dijî şewbê, karê malbata xwişk û bira, karên jinan, karên çand û ziman, karên medya û çapemeniyê dewam kir. Ev karên me hîn jî dewam dikin."