Li Gurgum û Mêrsînê êşkence li girtiyan dikin

Girtiyên li Gurgum û Tarsûsê diyar kirin ku li dijî şewba Koronayê ti tedbîrek nehatiye girtin. Bûrhan Erol yê li Girtîgeha Gurgumê anî ziman ku gardiyanan êşkence li wan dike.

Bûrhan Erol û yê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Turkogolû ya Gurgumê dimîne û dîsa nexweşê dil Hadî Elçîçek (51) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Tarsûs a Mêrsînê dimîne di hevdîtinên bi rêya telefonê binpêkirinên mafan bi malatên xwe re parvekirin.

Erol ê diyar kir ku bi sîstematîk zext û êşkence li wan tên kirin, ji roja yekem ve nêzîkatiyên xirab li wan dikin. Erol anî ziman ku tevî şewba Koronayê jî binpêkirinên mafan dewam dike. Erol destnîşan kir ku gardiyanan êşkence li wan kiriye û dîsa jî rêveberiya girtîghê ji bo xweparastin ji şewba Covîd-10 ne maske, ne lepik û ne jî amûrên hîjen û dezenfekte nedane wan.

Bavê Erol Mûrat Erol li ser nêzîkatiyên xirab û zextê li rêveberiya girtîgehê geriya ye, lê rêveberiyê ji bo wî gotiye; ‘Tiştekî wiha tine.’ Bav Erdol daxwaz kir ku dawî li zext û binpêkirinên mafan bên.

Nexweşê dil Hadî Elçîçek ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Tarsûs a Mêrsînê jî bi rêya telefonê li gel kurê xwe Serkan Elçîçek axivî û qala binpêkirinên li ser wan tê kirin, vegot. Elçîçek têkildarî şewbê ti tedbîrek nehatiye girtin û ji bo wan ne masek û ne jî lepik nehatiye dayîn. Elçîçek bal kişand ku gardiyan li gorî pîvanên paqijiyê tevnagerin, hê jî ava germ nadin wan û kêm xwarinê didin wan.