Biryara berdewamiya girtîbûna Yuksekdag û Demirtaş

Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş ên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de, di derbarê wan de lêkolîn dihat kirin, careke din biryara berdewamiya girtinê hate dayîn.

Di derbarê Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş de, bi hinceta çalakiyên ji bo Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê yên di 20’ê Îlona 2019’an de, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêkolînên doh hatîn kirin îro pêşkêşî parêzeran kirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve lêkolînên li ser dosyaya bi “berdewamiya girtinê” hatîn kirin, Dadgeha Cezayê Silha 2’an a Enqereyê biryara “Berdewamiya girtîbûnê” da.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komariya Enqereyê ve tê birêvebirin de, 22 siyasetmedarên HDP’ê hatibûn girtin.