Li Wanê îtiraza girtina 4 rojnamevanan kirin

Li Wanê îtirazî girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr li gel nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ên 9’ê Cotmehê hatibûn girtin, kirin.

Operasyonên ku rojnamevan kirin hedef, pitî avêtina ji helîkopterê ya du welatiyan û kirina nûçeyê pêk hat.

Leşkerên ku li navçeya Şax a Wanê derketibûn operasyonê 11’ê Îlonê Osman Şiban û Servet Tûrgût destgîrkiribûn. Ji gundiyan hatin êşkencekirin û ji helîkopterê avêtin Tûrgût jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala yên ev hovîtî bi belgekirin, 9’ê Îlonê bi sûcê ‘çêkirina nûçeyên civakî yên ji aliyê dewletê ve’ hatin girtin.

Parêzerên rojnamevanan li dijî girtinê îtiraz kiribû. Di daxwaznameya îtirazê de hate gotin ku têkildarî îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ ti delîlek piştrast nîne.

Her wiha di daxwaznameyê de hevdîtinên telefonê û dîsa notên ku weke delîl hatine nîşandan jî dikevin çarçoveya xebatên rojnamevaniyê.

Di daxwaznameyê de daxwaza berdana rojnamevanan hatiye kirin.