Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Sydneyê çalakiya ji bo Şengalê

Peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hate şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li qada Town Hallê pêk hat.

Bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin û êrişên li ser Kurdên Êzidî hatin şermezarkirin. Her wiha hate bibîrxistin ku Êzidiyan gelek caran komkujî dîtine, lê belê serê xwe li ber komkujiyan netewandine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê nehêlin ku careke din komkujî li Êzidiyan bê kirin. Em ê li ber komployê li dijî Kurdan bi taybetî yên li dijî Êzidiyan rabin."

Komîteyê ji PDK'ê û hikumeta Bexdayê pirsî ku sala 2014'an dema ku êrişên qirkirinê li Şengalê bû li ku bûn û bi bîr xist ku peymana Bexda-Hewlêrê di salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Awûstralyayê, Neteweyên Yekbûyî, dewletên DYE û Ewropayê hate kirin ku li dijî komkujiyên nû yên gengaz, xweseriya Şengalê nas bikin.