Du salên krîtîk ên li Imraliyê - 28

Şoreşa Kurdsitanê wan salan piştî 2013’an kete qonaxeke nû. Bi rola serke ya Rêberê Gelê Kurd pêvajoyên krîtîk hatin jiyîn. Piştî 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoyeke nû ya tecrîd û êşkenceyê dest pê kir.

Wan rojan ku rayedarên dewletê piştî bi salan wê dîsa li deriyê Imraliyê bidana, ne ku tenê li Parîsê wê sê jinên Kurd ên şoreşger bihatana qetilkirin, her wiha wê êrîşeke giran a hewayî bianîna ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi êrîşa artêşa Tirk a 31’ê Kanûna 2012’an a li bejahiya Licê ya Amedê, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Ertem Karabulut jî di nav de wê 10 gerîla şehîd bibûna.

Li aliyekî li Parîsê qetilkirina sê jinên şoreşger ku di nav wan de yek ji damezirandêra PKK’ê Sakîne Cansiz jî hebû û li aliyekî zêdebûna êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla, fikar bi Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan re çêdikirin. Wan rojan piştî bi salan dema ku dewleta Tirk hişt ku malbat biçine Imraliyê, berê her kesî kete ser wê bê ka Ocalan li ser komkujiya Parîsê wê çi bibêje.

Mehmet Ocalan ku 15’ê Çeile ya 1013’an çûyî Imraliyê, hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re wiha ji nûçegihanan re ragihand: ‘’Diyar kir ku li ser kuştina sê jinên Kurd ên siyasetmedar ên li Fransayê xemgîn bûye û şermezar kiriye. Ev komkujî weke Komkujiya Duyan a Dersimê bi nav kir.  Xwest ku demildest her kes nav çi dibe bila bibe berpirsên van komkujiyan aşkere bike. Got heke ev komkujî di demeke kurt de were aşkerekirin wê ji pêvajoyê re sûdewar be, ‘’ev îşareta komkujyê ye’’. Ji ber vê xemgîn bû. Sersaxî da malbatan. Got heke rojên pêş Hevserokên BDP’ê werin ew ê bi wan re têkilî pêvajoyê daxuyaniyê bide.’’

Eynî rojê daxuyaniya Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê kete ser ajansan û sîteyên nûçeyan: ‘’Komkujî berdewama polîtîkayên qirkirinê ye û êrîşa li ser Rêbertiya me, Tevgera me ya azadiyê û gelê Kurdistanê ye .AKP’yî şerê psîkolojîk dikin. Helwesta dewleta Fransayê fikaran çêdike. AKP bi polîtîkayên êrîşên pêvajoyê provoke dike. Gelê me bi berxwedanê divê vîna xwe deyne hole.’’

Kronolojiya wê serdemê, ku aliyê Kurd digot, ‘’pêvajoya diyalogê, a ku Sibata 2013’an dest pê kiribû bi hevdîtina dawî ya 5’ê Nîsana 2015’an a Rêberê Gelê Kurd bi şandeya HDP’ê re qediyabû, wiha bû:

3’yê Sibata 2013’an. Serokwezîrê Tirk Erdogan li ser pêvajoya ku nû dest pê kirî bi gotinên xwe niyeta dewleta Tirk aşkere kir: ‘’Bêyî ku çek bêne berdan ne pêkan e ku em bi rêxistina terorê re têkoşîna xwe rawestînin.’’

23’yê Sibata 2013’an: Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan, bi navê şandeya DBP’ê çûne Imraliyê.

13’ê Adara 2013’an: HGP’ê 8 peywirdarên cameweriyê yên dewleta Tirk ku girtibûn, ji bo niyeta xwe ya qenc nîşan bide berdan.

21’ê Adara 2013’an: Nameya Rêberê Gelê Kurd li Newroza Amedê ku ji milyonekê zêdetir mirov hebûn hate xwendin. Name bi bang û îfadeyên dîrokî tije bû: ‘’Îro serdemeke nû dest pê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Em hatin ser cihê êdî bila çek bisekini fikir biaxivin. Ev ne berdana têkoşînê ye, destpêkirina têkoşîneke nû ye…’’

23’yê Adara 2013’an: Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan got, ‘’Bi rengekî fermî û aşkere em agirbestê radigihînin.’’

3’yê Nîsana 2013’an: Alîkarê Serokwezîr ê Tirk Bulent Arinç got Şandeya Rûspipyan a ji 62 kesan hatiye diyarkirin. Piştre şande bû 7 kom û li gelek bajaran civîn danîn. Dihate gotin şande wê biçe Imraliyê jî lê pêk nehat.

18’ê Nîsana 2013’an: Kovara Tîmeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kire nav lîsteya, ‘’100 kesên herî karîger ên cîhanê.’’

21’Ê Nîsana 2013’an: Dewleta Tirk li gelek cihên stratejîk ên Bakurê Kurdsitanê ling da avakirina qalekol û qereqolan.

25’ê Nîsana 2013’an: Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji çapemeniya Kurd, Tirk û cîhanê gelek nûçegihanan dişopand, ragihand, hêzên gerîla ji 8’ê Gulanê û pê de bê şert wê vekişin.

25’ê Gulana 2013’an: Ji çar konferansan a pêşî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln ev weke yek ji lingê pêşî yê griîng ê pêvajoyê didit li Enqerê pêk hat.

19’ê Hezîrana 2013’an: Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê yê wê demê Murat Karyilan got nêzîkatiya dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li pêvajoyê fikaran bi wan re çêdike.

28’ê Hezîrana 2013’an: Li dijî qereqolên ku dihatin avakirin li gelek bajarên Kurdistanê protesto hatin kirin. Di protestoya Licê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim ji hêla leşkerên Tirk ve hate qetilkirin.

10’ê Tîrmeha 2013’an: Di navbeyna 30’ê Hezîranê û 5’ê Tîrmehê ji çar parçeyên Kurdsitanê û derveyî welat bi tevlêbûna 162 delegeyan Lijneya Giştî ya 9’an a KONGRA GEL hate lidarxistin û encamên kongreyê bi raya giştî re hate parvekirin. Di kongreyê de pergala KCK’ê hate guhartin, hevserok guherîn. Cemîl Bayik û Besê Hozat bûne Hevserokê Konseya Rêveber a KCk’ê. Hacer Zagros û Remzî Kartal jî bûne Hevserokên KONGRA GEL.

26’ê Tîrmeha 2013’an: Rêberê Gelê Kurd ku bi şandeya HDP’ê re axivî, ragihand heke hikûmeta AKP’ê heta Cotmehê gavan nevaêje wê agirbest biqede.

9’ê Îlona 2013’an: Hevseroktiya Rêveber a KCk’ê diyar kir li ser demokratîkbûn û çareseriya pirsa Kurd gav nehatine avêtin û vekişîna gerîla rawestandin. Di eynî daxuyaniyê de li ser pozîsyona gerîla KCK’ê wiha got: ‘’Vekişîna gerîla wê bisekine lê agirbest wê bidome. Pozîsyona agirbestê tê maneya ku fersendê dide AKP’ê ku li gorî projeya Rêber Apo gavan bavêje.’’

30’ê Îlona 2013’an: Serokwezîrê Tirk Erdogan ‘’pakêta demokratîkbûnê’’ ragihand. Lê di serî de BDP û KCD’ê diyar kirin pakêt pûç e û di rêya çareseriyê de ji ti daxwazê re nabe berisv.

29’ê Cotmeha 2013’an: Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, ji bo ku pêvajo bidome divê şertên Rêberê Gelê Kurd biguherin, zemîna yasayî çêbibe û ji bo muzakereyan aliyê sêyan lê were zêdekirin.

6’ê Kanûna 2013’an: Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr tevlî çalakiya protestoyî bûn û ji hêla polîsên Tirk ve hatine qetilkirin. Dewleta Tirk li Geverê êrîş biribû ser PKK’ê û goristanên gerîlayan li ser vê çalakiya protestoyê hatibû kirin.

7’ê Kanûna 2013’an: Rêberê Gelê Kurd li ser komkujiya li Geverê û êrîşên dewleta Tirk axivî, bang kir ku li dijî provakasyonan gel hişyar be. Di eynî hevdîtinê de got jib o ku pêvajo bimeşe divê zemîna yasayî were danîn, pêşniyar kirk u lijneyee hakem a bêalî çavdêrî li pêvajoyê bike.

11’ê Sibata 2013’an: Beriya salvegera komploya 15’ê Sibatê cara pêşî bû ku resmÊn Ocalan li bajarekî Bakurê Kurdistanê li bîllboardan hate daleqandin. Afîşên bi îmzeya BDP’ê yên bi Kurdî û Tirkî dihate gotin, ‘’Bi Rêbertiya Azad re ber bi Jiyana Azad’’, hê 24 saet di ser re derbas nebûyîn bi biryara dadgehê hatin komkirin.

BERXWEDANA KOBANÊ Û KONSEPTA NÛ

17’ê Adara 2014’an: Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan di Stêrk TV de, di bernameyeke taybet de axivî, got, heta ku Rêberê Gelê Kurd li girtîgehê berde wê çek neyên danîn û wiha axivî: ‘’Pêvajo bi temamî neqediyaye, yek alî dimeşe. Serok Apo û em rê ve dibin. Pêvajo xitimiye lê heta dawiyê yek alî nameşe. Heke yek du heftiyan piştî hilbijartinan gav neyên avêtin, divê her kes zanibe ku pêvajo qediyaye.’’

11’ê Tîrmeha 2014’an: Bi pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi fermi hate damezirandin. Biryar li ser hate standin ku DBP li Kurdistanê di rêveberiyên xwecih de HDP jî li bajarên Tirkiyê û di hilbijartinên parlamenteriyê de rêxistiniya xwe bike.

5’ê Tebaxa 2014’an: Rêberê Gelê Kurd diyar kir ji ber di pêvajoya çaresriyê de derbasî muzakereyan nebûna rehet e û dengê xwe li hikûmeta AKP’ê kir.

18’ê Tebaxa 2014’an: Peyker yek ji fermandarê efsneyî yê PKK’ê Mahsûm Korkmaz ku li Licê hate danîn, leşkerên Tirk êrîş bire ser. Gel li ber xwe da, leşkerên Tirk li wan reşand û Mehmed Taşkin ê 24 salî hate qetilkirin.

15’ê Îlona 2014’an: Dewleta Tirk berê çeteyên DAÎŞ’ê da Kobanê.

6’ê Cotmeha 2014’an: Rêberê Gelê Kurd ji bo ku di pêvajoya çareseriyê de gavan bavêje heta 15’ê Cotmehê wext da hikûmeta AKP’ê.

6-7-8’ê Cotmeha 2014’an: Berxwedana gelê Kurd a ji bo Kobanê ku 6’ê Cotmehê dest pê kirî, 7-8’ê Cotmehê gihaşte asta herî zêde. Di serî de li hemû bajarên Bakurê Kurdsitanê li metropolên Tirkiyê gel derkete derve. Dewletê jib o ku gel serkut bike li gel hêzên çekdar çeteyên paramîlîter jî berda kuçeyan û komkujî kir.

9’ê Cotmeha 2014’an: HevserokÊn HDP’ê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Demîrtaş wiha axivî: ‘’Şevê dî derfetek çêbû ku em ji Rêzdar Ocalan re peyamekê bistînin. Em dixwazin diyar bikin bi xwe re li dijî talokeya komkujiyê rêbaza geşkirina diyalog û muzakereyê ji hemû aliyan re telqîn kiriye, pêşniyaz kiriye.’’

23’yê Cotmeha 2014’an: Li navçeya Kaxizmanê ya Qersê hêzÊn Tirk yekîneyeke gerîla ku diçû ser peywira xwe kire kemînê. Gerîlayên bi navê Hamît Cîhangir (Şervan Şaho), Umît Nekuş (Baran Ararat) û Habîp Koç (Tufan Tendurek) şehîd bûn.

30’ê Cotmeya 2014’an: Lijneya Ewlehiya Millî ya Tirk (MGK) civîna herî dîrok a dîroka xwe kir. Civînê ji 10 saetan dirêjtir ajot. Di civînê de ‘’Plana Çalakiya Çokşikandinê’’ hate standin, biryar li ser bicihanîna wê hate dayin. Vê konseptê armanc dikir ku Tevgera Azadiya Kurd û daxwaza azadiyê ya Kurdan tasfiye bike.

DOLMABAHÇE Û HEVDÎTINA DAWÎ YA 5’Ê NÎSANÊ

14’ê Çileya 2015: Peymana Rêberê Gelê Kurd a, ‘’li dijî provakasyonan divê mirov balder be’’, ji hêla Hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak ve, li Cizîrê ji hel re hate ragihandin, ku dewleta li Cizîrê  li pey provakasyonan bû. Eynî rojê zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ji hêla polîsên Tİrk ve hate qetilkirin. Li gel vê jî, li ser banga Ocalan barîkatên ku li bajêr danîn hatin rakirin.

23’yê Çileya 2015: Rêveberên KCK’ê ku bi şandeya HDP’ê re hev dîtin, diyar kir AKP bi berpirsyariya pêvajoya danûstandinê tevnagere û dubare hişyarî da.

28’ê Sibata 2015’an: Li Qesra Dolmabahçeyê ji hêla rayedarên dewleta Tirk û Şandeya Imraliyê ve metna mitebaqatê ya 10 xalî bi raya giştî re hate parvekirin. Di xalan de planeke berfireh da demokratîkbûnê hebû. Eynî rojê Erdogan got, ‘’Bi hesran em li benda vê bangê bûn’’ û piştre got, ‘’Yek derketiye behsa mitebaqata Dolmabahçeyê dike. Mitebaqeteke wiha tine. Ev desthilat bi rêxistinên terorê re mitebeqatê daneyne.’’

11’ê Adara 2015: Hevserokên KCK’ê Cemil Bayik û Besê Hozat ji IMC TV’yê re axivîn û gotin, ‘’Daxuyaniyên ku dibêjin PKK wê çekan berda propagandaya hilbijartinê ye. Encex bi kongreyeke ku Rêber Apo lê hazir e, biryara berdana çekan dikare standin.’’

20’ê Adara 2015’an: Serokkomarê Tirk Erdogan daxuyaniya pêşî da ku ku wê dawî li pêvajoya 2 salan bianiya. Erdogan got, ew bi xweşî li Komîteya Çavdêriyê nanere, ku wê pêvajo bişopanda û got, ‘’Ez ji rojnameyan dixwînim. Haya min ji tiştekî wiha nine. Ez vê pir aşkere dibêjim, ez bi xweşî li vê nenerim. Ev ne tiştên rast in. Ev karên wiha bi teşkîlatên rêxistinê dibin.’’

21’ê Adara 2015’an: Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de ev nameya Rêberê Gelê Kurd Hate xwendin: ‘’Li ser hewcehiya deklarasyonê bi çêbûan mitebeqatê re ez hewceyî û dîrokî dibînim ku PKK jib o ku dawî li têkoşîna nêzî çil salî ya li dijî Komara Tirkiyê bi bîne û li gorî rihê serdema nû stratejî û taktîkên siyasî û civakî diyar bike kongreyê bicivîne. Hêvî dikim em demeke ne dûr de wrein ser mitebeqata rêgezî, derbasî Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê ya ji endamên Parlamentoyê û Şandeya Çavdêriyê pêk hatî û vê kongreyê bi rengekî serkeftî pêk bînin.’’

5’ê Nîsana 2015’an: Pakêta ‘’Ewlehiya Navxwe’’ ya hikûmeta AKP’ê ku rasterast pêvajo dikire hedefa xwe piştî ku 27’ê Adarê ji Meclîsa Tirk derbas bû, tam beriya bi rojekê ya hevdîtina 5’ê Nîsanê ya bi Rêberê Gelê Kurd re, 4’ê Nîsanê di Rojnameya Fermî de weşiya û sazkar bû. Ocalan ji bo ku bêhna vê kiribû di hevdîtina dawî ya 5’ê Nîsanê de wiha ji şandeya Imraliyê re gotibû: ‘’Dibe ku ev cara dawî be ku hûn têne vir. Dibe ku hûn nikaribin careke dî werin vir. Ev cidiyek bi van re nîne ku vê diyalogê rê ve bibin.’’

11’ê Nîsana 2015’an: Li Diyadînê ya Agiriyê gel dema ku dixwest bi bi hev şitlên daran deyne li ser provakasyona leşkerên Tirk şer derket. Li ser bûyerê Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag got, ‘’Heke ji niha û pê de operasyonên leşkerî û êrîşên li ser gelê me bidome, ji hemû windahiyan wê AKP berpirs be.’’

7’ê Hezîrana 2015’an: HDP li gel her cure êrîş, provakasyon û êrîşên bombeyî jî di hilbijartinê de 13 ji 100’î yê dengan stand û dawî li desthilata bi hêza xwe ya AKP’ê anî. Li bara vê serkeftina tevgera siyasî ya Kurd AKP dîsa konsepta şer sazkar kir.

24’ê Tîrmeha 2015’an: Piştî civîna Lijeya Ewlehiya Netewî (MGK) û biryarên ku hikûmeta AKP’ê standî li dijî PKK’ê êrîşên giran ên hewayî dest pê kirin.

2’yê Tebaxa 2015’an: Piştre qedexeya derketina derve ya pêşî hate ragihandin ku wê bi salan dom bikira û bibûya sedema hilweşandina Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Geverê.

PIŞTÎ 5’Ê NÎSANÊ ÇI BÛ?

Piştî hevdîtina dawî ya şandeyê ku 5’ê Nîsana 2015’an hevdîtin kirî, piştî ku êrîşên li ser Kurdistanê zêde bûn, demeke dirêj ji Rêberê Gelê Kurd xeber nehate standin. Piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an şerê navxwe yê dewletê, Dadgeriya Înfazê ya 1’ê ya Bûrsayê hevnivîsîna derve jî di nav de her cure derfeta hayjihevbûnê birî. Bi vî rengî di rejîma tecrîd û êşkenceyê ya Imraliyê de qonaxeke nû dest pê kir. Bi vê biryarê de ti caran nehiştin ku careke dî biçine Imraliyê.

Dema ku tecrîd hatî girankirin fikarên li ser jiyana Ocalan, piştî ku di medyaya Tirk de hate îdîakirin 15’ê Tîrmehê li dijî Imraliyê jî ‘helkeft’ çêbûne fikarên li ser Ocalan pir zêdetir bûn. Li ser medyaya civakî piştî ku nûçeyên bi hev re bi nakok têkilî jiyana Ocalan belav bûn, li Kurdistanê metropolên Tirkiyê û dîasporayê jî gel tevbigeriya. Piştî berxwedana gel 11’ê Îlona 2016’an destûr hate dayin ku bi Mehmet Ocalan re hevdîtineke kurt bike. Piştî vê hevdînê, di navbeyna 2017-2018’an de bi ti rengî ji Rêberê Gelê Kurd ti agahî nehate standin.

Sibe: Êşkenceya ku cîhanê çavê xwe lê girtî