ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Di encama berxwedana greva birçîbûnê ya 200 rojî de piştî 8 salan parêzer yekemcar çûn Îmraliyê. Di wan pênc hevdîtinên havîna 2019'an Rêberê Gelê Kurd xwest ku grevên birçîbûnê bi dawî bibe ji bo tiştek bi kesî neyê û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir.
Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Tekîn Yoldaş di çarçoveya kampanya 'Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê misoger bikin' de ji bo seferberiya şoreşgerî banga kir.
Gerîlayê HPG'ê Denîz Ararat diyar kir, ku dewleta Tirk li Heftanînê li bin guhê berxwedana gerîla ketiye û got, "Rêbaza nû ya HPG'ê teknîka dijmin pûç dike."
Li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê zextên li dijî jin ên girtî dewam dikin. Ji girtiyan Sînem Ogûz bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, "Ne diyar e ku sibe em sax bimînin" û bang li raya giştî kir.
Ferhat Demîr ku li Bakurê Kurdistanê yekemcar e bi zaravayê Goranî muzîkê çêdike, anî ziman ku bi salan e asîmîlasyoneke giran li ser Kurdî heye û got, "Armanca min ew e ku muzîkê bi zaravayên din ên Kurdî bidim guhdarîkirin."
Li qiraxa çemê Seîne yê paytexta Fransa Parîsê, sîteyeke mirovên Neandertalê hate dîtin.