Li Mêrsînê 6 kes hatin destgîrkirin

Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Akdenizê Salih Akbaş jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin.

Endamê Meclîsa Şardariya a Partiya Demokratîk a Gelan a Akdenizê (HDP) û Berdevkê Koma Meclîsê Salih Akbaş li gel Şahîze Akbaş, Azîz Akbaş, Îlhan Akbaş, Esmer Bakir û Remezan Bakir hatin destgîrkirin.

Di avêtin ser malan a hemwext de ku Akbaş û 5 kes hatin destgîrkirin birûn Midûryeta Emniyetê ya Mêrsînê.

Têkildarî hinceta destgîrkirina welatiyan ti agahiyek nehate girtin, qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a ji bo 24 saetan hate pêkanîn.