Îtiraza ji bo girtina 17 siyasetmedaran red kirin

Îtiraza ji bo 17 siyasetmedarên ku di nav de Ayhan Bîlgen, Alp Altinorrs û Beyza Ustun jî hene ku di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de hatibûn girtin, bi îdîaya ‘girtina bi pîvan’ hate redkirin.

Îtiraza ji bo girtina 17 siyasetmedarên ku di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Enqerê ve hatibû destpêkirin, hate redkirin.

Li ser girtina Hevşaredarê Bajarê Mezin a Qersê ku li şûna wî qeyûm hate danîn Ayhan Bîlgen, Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya dema nû ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alp Altinors, ekolojîst Beyza Ustun jî di nav de a 17 siyasetmedaran îtiraz li 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqerê hatibû kirin, hate redkirin, ji bo 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqerê hate şandin.

Îtirazên cuda cuda yên ji bo her girtiyekê hate kirin 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqerê bi yek hincetê red kir, biyara dewama girtinê da.

Navê 17 siyasetmedarên ji bo girtina wan îtiraz hate kirin wiha ne: Endamê MYK a HDP’ê Alp Altinoris, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazim Gur, parlemetnera berê Ayla Akat Ata, endamên MYK a berê ya HDP’ê Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yîgli, Can Memîş, Gunay Kubîlay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Odûncû, Îsmaîl Şengûn û Cîhan Erdal li gel Hesabgirê Giştî yê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, endamê RTUL a HDP’ê Alî Urkut û parlementera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun.