ROJEA 17'Ê COTMEHÊ

Li Kurdistanê, Tirkiyê û Cîhanê rojevên ku derketine pêş

-Şoreşa Kurdsitanê wan salan piştî 2013’an kete qonaxeke nû. Bi rola serke ya Rêberê Gelê Kurd pêvajoyên krîtîk hatin jiyîn. Piştî 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoyeke nû ya tecrîd û êşkenceyê dest pê kir.

- Heftiya pêşî ya Çalakiya rûniştinê ya li Strasobûrga Fransayê ku bi çarçoweya pêngava, ''Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re; dema azadiyê ye'' ku KCK'ê 12'ê Îlonê dabû destpêkirin, qediya.

-Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Fatma Kiliçaslan destnîşan kir ku tevî hemû zextan wê li kolan, qadan bin û gav bi şûn ve navêjin.

-Bertekên xelkê Şengalê yên li hemberî rêkevtina di navbera Hewlêr-Bexdayê de pêk hatî didomin. Xelk û saziyên gel ên Şengalê bi yek dengî dibêjin ku ti peyman û rêkeftinên îradeya Şengalê ne di nav de be wê nas nekin û xwedî helwest bin.

-Alîkarê Serokê Komîsyona YE'yê Josep Borrell derheqê operasyonên qirkirina siyasî yên li ser HDP'ê 'fikarên' xwe par ve kir û got divê ji bo pirsa Kurd çareseriya bi aştî û domdar were dîtin.

-Xizmên nebediyan weke her şemî vê şemiyê jî wê li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.