Milîsên HBDH'ê ji bo bîranîna fermandar Egîd Civyan çalakî kirin

Milîsên HBDH'ê ragihandin ku ji bo bîranîna yek ji fermandarên HPG'ê Egîd Civyan di 11 û 16'ê Cotmehê de li Mersînê du çalakî li dar xistine.

Milîsên tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê ragihand ku rejîma AKP-MHP a ku bi mejiyê netewe dewlet û faşîst tevdigere, her wiha hêzên kapîtalîst ên navneteweyî li ser gelên bindest ên li Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe yên şerê qirkirinê û qirêj didomînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma faşîst a AKP'ê bi piştgiriya DYE, Rûsya, NATO û hêza Ewropayê li Rojhilata Navîn bûye sedem ku bi milyona mirov bi taybetî jî gelê Kurd ji cih û warê xwe bibe û bûye sedema mirina gelek mirovan. Bi navê Milîsên Şoreşger ên Yekbûyî yên Tirkiyeyê û Kurdistanê em ê li her qadê li dijî vê rejîma faşîst dîkta têbikoşin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku pêngava KCK'ê ya 'dema azadiyê' ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e û bi navê HBDH'ê di çarçoveya vê pêngavê de wê bi ruhê seferberiyê li febrîqeyan, kolan û çiya li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin bikin û azadiyê misoger bikin.

Li gorî daxuyaniyê, di 11'ê Cotmehê de li navçeya Yenîşehîr a Mersînê bi bombeyê li dijî bekçiyan çalakî hate lidarxistin û gelek bekçî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di 16'ê Cotmehê de jî li navçeya Akdenîzê ya Mersînê li hemberî wesayita zirxî ya polîsan çalakiya bombeyî hate kirin û xisar li wesayitê bû.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev her du çalakî ji bo bîranîna endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Egîd Civyan hatine lidarxistin.