Rûniştina doza Yuksekdag pêk hat: Serî natewînin

Rûniştina doza Hevseroka berê ya HDP’ê ya rehîn girtî Fîgen Yuksekdag pêk hat. Yuksekdag peyama ‘Yê bê darezandin Erdogan e. Em serî natewînin.’ da

Rûniştina doza derbarê hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a ji ber daxuyaniya nivîskî ya têkildarî girtina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul bi hinceta ku ‘heqaret li serokkomarkiriye’ li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê pêk hat.

Ji bo rûniştina duyemîn a doza ku bi biryara nebesiyê ya ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyê ya Senbolê ve hatibû dayîn Yuksekdag li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî bû. Li gel parêzerên Yuksekdag Bîlal Ermen û Mavîş Adyin parêzerê wekîl ê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Samî Kabadayî li rûniştinê amade bûn.

‘YÊ BÊ DAREZANDIN ERDOGAN E’

Yuksekdag got: “Têkildarî heqaretkirina li serokkomar di derbarê 30 hezar kesî de doz hatine vekirin. Di derbarê 30 hezar kesî de bi sûcê ku ‘heqaret li serokkomar kiriye’ bên darezandin li wî welatî azadiya gotin û azadiya rexnekirinê nnîne. Her kesê rexne bike tên sûcdarkirin. Divê yên zextê û me digirin bên darezandin, divê Serokkomar Erdogan bê darezandin.”

Yuksekdag bi domdarî got: “Heta niha me serî netewandiye, ji niha şûnde jî serî natewînin.”

Meqamê îdîayê di mutalaya xwe de ji bo Yuksekdag bi sûcê ‘Heqaret li serokkomar kiriye’ daxwaza cezayê 1 sal û heta 4 salan kir. Heyeta dadgehê ya biryara xwe ya giştî da, daxwaza dem a Yuksekdag û parêzeran erê kir û rûniştin taloqî 12’ê Mijarê kir.