Têkildarî cenazeyê li peyarêya Kîlyosê hatine veşartin daxuyaniyek dan

Têkildarî cenazyên ji Goristana Xerzanê hatin revandin û li peyarê Goristana Kîlyos a Stenbolê hatin veşartin daxuyaniyek a çapameniyê hate dayîn.

Li Stenbolê rêxistinên hiqûqî û rêxistinên civakî bi boneya cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatibûn derxistin û 282 cenaze li peyarêya Goristana Kîlyosê hatibûn veşartin werin derxistin û ji malbatan lêborînê bixwazin li Otela Hîll a Taskîma Stenbolê civîna çapemeniyê lidar xistin.

Nûnerên komele û rêxistinên hiqûqî û civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn.

Her wiha Parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Huda Kaya, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn T anrikûlû û Hevserokên HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci û gelek malbatên daxwaza cenazeyên xwe dikin beşdarî civînê bûn.

Metna hevpar hatibû amadekirin Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî xwend û behsa veşartina cenazeyan a li Goristana Xerzanê kir û êrişên li dijî goristanê hatine kirin bi armancên polîtîk pêk hatine.

Yolerî anî ziman ku ew ji bo wergirtina cenazeyan gelek caran ketine nava hewldanan lê hewldanan bêncam mane û her çiqas dozgeriyê beyan kiriye ku wê cenaze radestî malbatan werin kirin jî lê beyanên wî pêk nehatine. Yolerî da zanîn ku êrîş û bêhurmetiya li dijî cenazeyan dilê civakê êşandiye û neveşartina li gorî çand, bawerî û kevneşopiyên civakê li dijî hiqûqê ye.

Yolerî pêşniyazên ji bo wergirtina cenazeyan rêz kir û xwest 282 cenazeyên li peyarêya Goristana Kîlsyonê hatine veşartin demildest radestî malbatan werin kirin. Yolerî her wiha got pêwîste bi dayîna cenazeyan re lêborîn ji malbatan were xwestin.

Piştî daxuyaniya hevpar, beşdarên din jî bi kurtasî nêrînên xwe anîn ziman.