Malpera ‘Raperîna Gel’ cara 20’an tê astengkirin

Dewleta Tirk ji bo cara 20’an malpera ‘Raperîna Gel’ asteng kir.

Malpera ‘Raperîna Gel’ di hedefa sansûra dewleta Tirk de ye. ‘Raperîna Gel’ bû cara 20’ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin.

Raperîna Gel bi dirûşma ‘Ferdê Rêxistinkirî, Civaka Rêxistinkirî’ ji roja dest bi weşanê kir û vir ve bi nûçe û bûyerên diweşîne di hedefê de ye.

Di daxuyaniya ji aliyê rêveberiya malperê ve hate dayîn ev hate gotin: “Em carekî din didin nîşandan ku heta dagirkerî û sansûrê têk bibin, wê têkoşîna me ya şoreşgerî û xeta kevneşopiya çapemeniya azad mezin û bidome.”