Borrell: Fikarên li ser operasyonên qirkirina siyasî zêdetir dibin

Alîkarê Serokê Komîsyona YE Josep Borrel ‘fikarên’ xwe yên têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê anî ziman û bal kişand ku divê pirsa Kurd bi çareseriyeke aştiyane û domdar bê kirin.

Borrell li ser êrîşên li Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku divê di çarçoveya ‘rêz ji hiqûqa navneteweyî û serweriya Iraqê re bê girtin’.

Alîkarê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) û komîserê berpirsê Polîtîkayên ewlekarî û Karê Derve Josep Borrell bersiva nameyên gelek parlementerên endamên Parlementoya Ewropa ya ku meha Tîrmehê ji bo wî nivîsandibû da.

Borrell bal kişand ku di nameyên ji bo wî hatine şandinde bal kişandine ser êrîşên li dijî aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, dîsa operayonên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye li gel ên li ser Başûrê Kurdistanê, di vê warî de YE vê ji nêz ve dişopîne.

‘FIKARÊN' XWE PARVE KIR

Josep Borrell bikarên xwe yên li Tirkiyeyê yên derbarê azadî û dewleta hiqûqê de û binpêkirinên mafê mirovan anî ziman û destnîşan kir ku bûyerên polîtîkaya derve û ya navxweyî ya Tirkiyeyê dişopînin, ev yek jî wê di rapora Komîsyona YE’yê ya di nava salê de jî diyar bibe.

Borrell bal kişand ser polîtîkayên di bin navê ‘têkoşîna bi terîzmê’ re ya li Tirkiyeyê tê kirin û got: “Enceq ev yek divê li gorî pîvanên destûra bingehîn a Tirkiyeyê û navneteweyî, dîsa di çarçoveya rêzgirtina ji hiqûqa dewletê, mafê mirov û mafê bingehîn ên mirovan re bê kirin. Divê ev yek bi qanûnên berfireh ên ‘antî teror û krîmînalîzekirinê’ neyê kirin.”

JI BO PIRSA KURD ÇARESERIYEK AŞTIYANE Û DOMDAR

Borrell diyar kir ku ji bo YE danîna qeyûman a li şûna hilbijêran û girtin, ziyanên dide demokrasiya xwecihî, divê ev yek li gorî pêniyarên Komîsyona Venedîk û çarçoveya Şartê Xweser ên Rêveberiyên Xwcihî yên Ewropayê bên kirin, ev yek bi ‘vekirî îfade dike’. Her wiha Borrel diyar kir ku têkildarî erêkirina namzetên AKP’î yên di rêza duyemîn de li şûna HDP’ê yên di hilbijartina Desteya Hilbijartina Bilind a 2019’an de hatibûn hilbijartin danî, ‘fikarên xwe yên cidî’ parve kir.

Borrell girêdayî pirsa Kurd li gel pêvajoya siyasî ya bi ewle ne û destnîşan kir ku ji bo vê çareseriyeke aştiyane û domdar pêwîst e û got: “YE ji bo pêvajoyeke wiha amade ye.”

Borrell bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku ‘gelek sivîl hatin qetilkirin’ û got: “Ev jî bûyerekî pir bi fikar e.” Borrel îşaret bi hesasyeta ewlekariya Iraqê da û bal kişand ser hewldanên qirêj a yekîtiya kar a Tirkiye-Iraqê.

Borrell got: “Divê hemû alî li gorî hiqûqa navneteweyî, rêz ji serweriya Iraq û yekpareyiya wê re bigire, bikeve nava tevgerê girîng e.”

Borrell pîvanên mafê mirovan, demokrasî û wekheviyê bibîr xist û got: “Tirkiye ya ku namzetê YE û demek dirêj endamê Konseya Ewropayê ye, divê rêz ji van nirx û pîvanan re bigire, neçare ku pêwîstiyê vê bi cih bîne. Ev yek ji bo xebatên me yên têkildarî YE-Tirkiye neçariyek in.