Li Wanê hezar û 721 binpêkirinên mafan pêk hatiye

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê diyar kir ku li bajar di nava 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Wanê rapora binpêkirina mafan a 9 mehan bi raya giştî re parve kir.

Rapor li komeleyê hat eşkerekirin. Beriya eşkerekirina raporê Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melet axivî û diyar kir ku ji Wan bajarek li ser sînor e heta niha 75 penaberan jiyana xwe ji dest daye û 41 penaber jî tên tedawîkirin. Melet got li ser sînor di encama gulebarana leşkeran de 8 welatiyên ji Wanê jiyana xwe ji dest dane û 3 welatî jî birîndar bûne. Melet her wiha da zanîn ku ew dibînin ku pasdarên Îranê jî welatiyan ango penaberan qetil dike û xwest derbarê van kuştinan de lêpirsînên çalak werin destpêkirin.

Piştî axaftina Melet, Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Kasim Kalkan rapor eşkere kir û destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên xelet ên îqtîdarê di sala 2020’an de binpêkirina mafan veguheziye her qadê û bi rêbazên antî demokratîk mafê mirovan tê binpêkirin. Kalkan bal kişand ser qedexekirina her cûre çalakî ku hezar û 548 roj lin bajêr didome û got: “Ev qedexe bi awayek cidî binpêkirina mafan zêde dike û rê li ber astengiya raman û derbirîna azadiyê vedike.”

Kalkan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Wanê û got: “Em dixwazin diyar bikin ku li girtîgehên Wanê tecrîd û îsolasyon berdewam dike. Her cûre mafên girtiyan hatine qedexekirin. Girtî bi grevên birçîbûnê li ber vê radibin.”

Kalkan anî ziman ku li ser xeta sînor binpêkirina mafên welatiyên ji Wanê û penaberan didome û di 9 mehên dawî de 75 penaberan jiyana xwe ji dest daye û 41 penaber jî birîndar bûn e û di vê heyama 9 mehan de 892 penaber jî bi sedema ‘koçberiya bêpergalî’ hatin desteserkirin. Kalkan anî ziman ku pêwîste di mijara penaberan de helwesta mirovî û wîjdanî were lipêşxistin û binpêkirina mafê jiyanê ya li ser sînor her roja ku diçe girantir dibe.

Kalkan diyar kir ku tundî û cînayeta jinan di rojevê de hêj cih digire û li gorî çavdêrî û lêkolînên wan li Wanê 19 jin bi tundiyê re rûbirû mane.

Kalkan binpêkirinên li bajêr qewimîne rêz kir û diyar kir kul i Wanê di nava 9 mehan de bi giştî hezar û 721 binpêkirinên mafan pêk hatine.