Nûçegihanê girtî: Nikarin dengê rastiyê bibirin

Nûçegihan Cemîl Ugur ji girtîgeha ku lê rehîn e peyam şand û got, ''Di dîrokê de desthilatan gelek nûçegihanên ku rastî ji gel re ragihandin hatin girtin lê ti caran nekarîn ku dengê heqîqetê bibirin. Hêza wan têra vê nake.''

Nûçegihanê MA'yê Cemîl Ugur, nûçegihan Adnan Bîlen, Şehrîban Abî û Nazan Sala 9'ê Cotmehê ji bo ku nûçeya li Şaxê ya Wanê bi hêla leşkerên Tirk ve ji helîkoptêrê avêtine Servet Turgut çêkirin hatin girtin. Ugur ê ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Zêde ya Wanê gritiye bi rêya parêzeran peyam şand.

Ugur got, ''Desthilat ji bo ku pêşî li wan rastiyan bigire ku nedixwest ku were bihîstin em girtin. Lê tiştek ji bîr kirine; di dîrokê de desthilatan gelek nûçegihan girtine, ji ber ku rastî ji gel re ragihandine lê nekarîne ku dengê rastiyê bibirin.''

Ugur got ji bo ku rûmeta n3uçegihaniyê biparêzin ew hazir in ku her berdêlî bidin û bi piştevaniya nûçegihan û gel divê ew li pîşeyê xwe xwedî derkevin.