Kurdan êrişên DAÎŞ'ê yên li Ewropayê şermezar kirin
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Kurdan êrişên DAÎŞ'ê yên li Ewropayê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Kurdan êrişên DAÎŞ'ê yên li Ewropayê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistaniyan li pêşiya Europa Galerîeyê mîtîngek li dar xistin û êrişên li Awûstûrya û Fransayê şermezar kirin.
Di çalakiyê de pankart hatin hildan û bi daxuyaniyekê işaret bi pêwendiya dewleta Tirk a bi van êrişan re hate kirin.
Her wiha hate bibîrxistin ku têkoşîna herî xurt a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hate meşandin û banga têkoşîna demokratîk a hevpar li gelan hate kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî piştevaniya navneteweyî" bi dawî bû.