'Serdozgerî mikur hat ku komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin'

Serdozgeriya ku li dijî Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca fezleke amade kir, li komkujiya Parîsê mikur hat ku bi destê MÎT'ê hatiye kirin.

Têkildarî Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, bi hinceta ku beşdarî merasîma bîranînê bûye ya ji bo sê jinên Kurd ên 9'ê Cotmeha 2013'an ji aliyê MÎT'ê ve hatin qetilkirin, fezleke hate amadekirin. Serdozgeriyê di fezlekeyê de ji bo siyasetmedarên Kurd ên hatin qetilkirin gotina 'hate bêbandorkirin' bi kar anî. Ûca jî têkildarî vê gotinê pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Edaletê kir.

Di pêşnûme pirsê de Ûca wiha got, "Meqamên edlî yê Fransayê îdîayên ku dibêjin kujer Omer Guney pêwendiya xwe bi MÎT'ê re hebû, beriya komkujiyê 3 caran hatiye Tirkiyeyê, bi Saziya MÎT'ê ya li Enqereyê re têkilî daniye, ji meqamên pêwendîdar ên li Tirkiyeyê pirsîn, lê belê ti bersiv wernegirt."

'GELO EV YEK QEBÛLKIRINA KOMKUJIYÊ YA JI ALIYÊ MÎT'Ê VE YE?'

Ûca diyar kir ku ev komkujî ji aliyê Serdozgeriyê ve rewa tê nîşandan û li têkiliya Omer Guney a bi MÎT'ê mikur tê.

Ûca xwest bersiva van pirsan bê dayin:

"Serdozgeriya Enqereyê li hemberî min fezleke amade kir û di fezlekeyê de gotina 'hatin bêbandorkirin' bi kar anî. Gelo ev yek qebûlkirina wê yekê ye ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin?

Têkiliya Omer Guney a bi MÎT'ê re di kîjan astê de ye? Agahiya ku dibêje Guney ji bo MÎT'ê dixebitî, rast e yan na?

Ji bo biryara nepenîtiYê ya li ser dosya lêpirsînê ya têkildarî sûîqesta dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û eşkerekirina pêvajoya lêpirsînê ji bo raya giştî, hewldaneke we heye yan na?

Tevî ku 7 sal di ser komkujiyê re derbas bûne çima sûîqest nayê ronîkirin û berpirsyar nayên eşkerekirin? Di çarçoveya lêpirsînê de agahiyên ku Fransayê ji Wezaretên Edalet û Karên Derve xwestine çima ji Fransayê re nayên şandin?

Têkildarî xebatkarên MÎT'ê yên ku di qeyda deng de navê wan derbas dibe û tê gotin ku ferman dane, lêpirsînek hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye? Ev kes hîn ê bi rengekî çalak li ser wezîfeya xwe ne?"