Kurdên li Lubnanê: PDK rê li ber şerekî navxweyî vedike

Kurdên li Lubnanê diyar kirin ku tevgera PDK li ser herêmên gerîlayan zêde bûye, PDK dixwaze rê li ber şerekî navxweyî veke û bang dikin ku bila PDK hêzên xwe ji wan deran bikişîne.

Cemal Hesen û Feysel Miho du Kurdên li Lubnanê. Hesen û Miho li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û tevgera PDK’ê ji ajansa me re axifîn. Hesen got, “Em dibînin ku di demên dawiyê de tevgerên PDK’ê li heremên ku gerîla tê de serwer e zêdetir bûye. Em Kurdên Lubnanê vê yekê rast nabînin û bang li PDK’ê dikin ku hêzên xwe ji wan hereman bikşîne û rê li ber şerekî birakuiyê veneke. Niha gelê Kurd di pêvajoyeke pir dijwar re derbas dibe. Em dibînin ku çawa gerîlla berxwedaniyeke mezin li dijî dagirkeriyê raber dike. Pêwîst e hêzên PDK’ê jî vê rastiyê bibînin û vekişe. Ev tevgerên PDK’ê ne di cih de ye û berjewendinya wê ji Kurdan re tune. Banga min ji hemû hêzên Kurd û bi taybet ji bo PDK ev e ku bila dev ji van tevgerên xwe berde. Heke du hêz werin hemberî hev, wê encamên xerab pêk were. Heke rewşeke neyînî pêk were berpirsyariyê wê PDK ye. Divê PDK ji bin plan û bandora dewleta Tirk derkeve.”

Feysel Miho jî ku bi tundî ev tevgerên PDK’ê rexne kir û got, “Em di dîrokê de dibînin ku Kurd her dem di şerê navxweyî de têk çûne. Ez tu wateyê nadim vî tiştî ku hêzên PDK’ê çûne qadên gerîlayan. Ev tê wateya ku PDK amadekariya provokasyonan dike û destê dewleta Tirk di vî tiştî de heye. Hikumeta Herêma Kurdistanê bi salan e rê dide dewleta Tirk û ev şaş e. Weke ku ew der axa wan e, dewleta Tirk wisa tevdigere. Dewleta Tirk baregehan çêdike û sivîlan dikuje. Divê PDK helwesteke rast a neteweyî nîşan bide. Em Kurdên li Lubnanê jî banga yekîtiya neteweyî dikin.”