Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Îzmîrê çalakî li dar xist

Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Îzmîrê cih û wesayîtên hêzên dewletê û yê faşîstan şewitand.

Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Komara mêtingeriya dewleta Tirk ji roja ku ava bûye û heta niha faşîzm, zilm û êşkenceya li ser Kurdan rewa dibîne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji Licê heta Cizîrê, ji Geverê heta Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk Kurdan qetil dike.

Di daxuyaniyê de derbarê şewitandinan ev agahî hatin belavkirin:

“Di 4’ê Cotmehê de qada nêzî Baregeha Sereke ya Jetan hate şewitandin.

Di 5’ê Cotmehê de li Alaçatiya Îzmîrê keştiya kesê bi navê Ercan hate şewitandin.

Di 5’ê Cotmehê de li Îzmîrê keştiya endamekî MHP’ê hate şewitandin.”