Malbata Çelîk: Dewletê kurê me direvîne

Malbata Yoldaş Selîm Çelîk got: “9 roj in destgîrkirî ye. Ji parêzeran direvînin. Fikarên me ji jiyana wî heye.”

Malbata Yoldaş Selîm Çelîk ê bi saxî ji Amanosan hate girtin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di nûçeyên ku li ser çapemenî û medayê hate parvekirin de, me 21’ê Cotmehê zanî ku Yoldaş Selîm Çelîk 20’ê Cotmeha 2020’ê li Amanosan sax hatiye girtin.

Parêzerên ji şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûn 23’ê Cotmehê ragihandin ku li Jandermeya bajarê Hatayê ne. 25’ê Cotmehê jî li ser çapemeniya bi dîmen hate gotin ku Yoldaş Selîm Çelîk ji aliyê dadgeha nobedar ve hatiye girtin û şandiye Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. Li ser vê xaleta wê ya ku xwedî berpirs e, li gel xal û parêzerê ÎHD’ê 26’ê Cotmehê ji bo dîtinê serdana girtîgehê kiribûn, agahiyên li ser tenduristiyê bi me re parve kirine. 27’ê Cotmehê parêzer dîsa bi daxwaza dîtinê serî li dozgeriyê da û ji ber bûyera 26’ê Cotmehê ya li Îskenderûnê qewimîbû lêpirsîn kirin, dîsa ji ber biryara veşartî ya li ser dosyayê, diyar kir ku nikarin bibînin. Rojên piştre jî bi heman hincetê serlêdana parêzeran hatin redkirin.

Di serlêdana 4’ê Mijdarê de dozger diyar kir ku 5 roj in birine Antalyayê. Tevî ku hate ragihandin ku kurê me Yoldaş Selîm Çelîk 25’ê Cotmehê hatiye girtin û şandiye girtîgehê û di hevdîtina 26’ê Cotmehê de hate kirin gotin li girtîgehê ye, ev bû 9 roj in destgîrkiriye. Tevî ku agahî nadin malbat û xwediyê belgeya rayeyê, ev yek li dijî pêkanînên madeya 92/2 a Qanûna Înfazê ya Ceza ye Çelîk li bajaran digerînin. ji parêzeran direvînin. Xebatên revandina ji parêzer, gerandina li bajaran û dirêjkirina dema destgîrkirina wî dayik, bav û malbat ditirseîne û ji jiyana wî fikarên me hene.”