Hevseroka EMEP’ê: Desthilatdarî belavkirina alîkariyê red dike
Hevseroka EMEP’ê Selma Gurkan çû qada erdhejê. Gurkan got, “Desthilatdarî daxwazên alîkarî û çareseriyê red dike.”
Hevseroka EMEP’ê Selma Gurkan çû qada erdhejê. Gurkan got, “Desthilatdarî daxwazên alîkarî û çareseriyê red dike.”
Piştî erdheja li Îzmîrê Hevseroka EMEP’ê çû serdana rêveberiyên herêmî, pîşeyên rêxistinî û sendîkayan. Gurkan li Egît-Derê daxuyaniya çapemeniyê da.
Gurkan diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê wekî di dema şewbê de daxwazên alîkariyê yên saziyên wekî TMMOB, Odeya Tabîban, baro û sendîkayan red dike.
Gurkan diyar kir ku divê li bajarên konî baldarî ji bo hîjyenê hebe û got, “Divê li qadên wekî serşok û cihê şuştina kincan tevdîr were stendin. Li gorî agahiyên fermî nêzî 200 avahiyên xwedî xisarên mezin hene û 15-20 hezar kes jî li derve mane.”
Gurkan diyar kir ku pisporan gelek caran hişyarî kirin lê dîsa jî polîtîkayên bajaran ên rantê didome û desthilatdarî vê helwestê tercîh dikin.