Temellî: Wê HDP têkoşîna xwe bidomîne

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî got ku, “Bi Plana Çokdanînê û qirkirina siyasî re dihat xwestin HDP’ê têk biçe lê HDP li ser perspektîfa xwe têkoşîna xwe didomîne.”

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî got ku, “Ji sala 2015’an û vir ve rejîmek heye û êdî em navê vê rejîmê eşkere dibêjin: Faşîzm.” Temellî diyar kir ku divê muxalefeta li dijî HDP’ê jî bêdeng nemîne.

Li gorî daneyên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê ji 24’ê Hezîrana 2015’an heta 25’ê Îlona 2020’an 22 hezar û 321 HDP’yî hatine destgîrkirin. Bi tenê di du salên pêşîn de 3 hezar û 642 kes hatine girtin.

Li gorî rapora Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê jî HDP’ê 65 şaredarî bi dest xist û a niha bi tenê 6 şaredariyên wê maye. Sê jê yên bajarên mezin li ser 48 şaredariyên wê qeyyûm hate peywirdarkirin. 84 Endamên Meclîsê, 9 Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ji peywirê hatin dûrxistin. 37 hevşaredar hatin destgîrkirin û 18 hevşaredar hê jî girtî ne.

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku 5 sal in bloka AKP û MHP’ê dixwaze mûxalefeta civakî tune bike û bi taybetî jî êrîşî HDP’ê tê kirin. Temellî bal kişand ser vî tiştî ku HDP pêşengê hêzên demokrasiyê ye.

Temellî got ku, “Ji sala 2015’an û vir ve rejîmek heye û êdî em navê vê rejîmê eşkere dibêjin: Faşîzm. Girtin û destgîrkirinên bi Plana Çokdanînê û herî dawîn bi lêpirsîna Kobanê re hatibû kirin. Ev jî diyar dike ku HDP di nav gelan de hêvî ye.”

DIVÊ MÛXALEFETA LI DIJÎ HDP’Ê JÎ DENGÊ XWE BIKE

Temellî diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve 11 parlementerên û nêzî 22 hezar endam, rêveber, şaredarên HDP’ê hatine destgîrkirin û ji nav wan 10 hezar kes hatine girtin.

Temellî got ku, “Ji 100’î zêdetir şaredariyên me hatin destgîrkirin. HDP bêguman wê li ber xwe bide lê heke em dixwazin ji vê desthilatdariya faşîst rizgar bibin, divê partiyên siyasî yên muxalif di serî de, mûxalefeta civakî bêdeng nemîne. Heke desthilatdariyeke ku êşkenceyê meşrû dike û mûxalefeteke bêdeng hebe, ji ber van tiştan wê feraseta faşîst Kurdan ji helîkopterê biavêje. Ev desthilatdarî domandina xwe di dijminatiya li dijî Kurdan de dibîne, 5 sal in polîtîkaya vî tiştî dike. Divê desthilatdarî bizanibe, HDP li ser perspektîfa xwe ye. Operasyonên siyasî yên li ser HDP’ê hatine kirin û yên wê ji niha û şûnde werin kirin wê nikaribe HDP’ê bide sekinandin.”