Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 21 salan yekemcar di 27'ê Nîsanê de karîbû bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxive. Ev maf di 7'ê Îlonê de bi 6 mehan hatibû qedexekirin.

Di vê navberê de serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan hate redkirin.