Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 23'ê Îlonê bi hinceta 'Nexşeya rê' ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastinê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.