Gokkan û Çelîk hatin berdan
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de Mesût Çelîk û berdevka TJA’yê Ayşe Gokkn jî di nav de 13 kes hatibûn destgîrkirin. Gokkan û Çelîk hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de Mesût Çelîk û berdevka TJA’yê Ayşe Gokkn jî di nav de 13 kes hatibûn destgîrkirin. Gokkan û Çelîk hatin berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê xebatên KCD’ê (Kongreya Civaka Demokratîk) yên di sala 2013’an de derbarê 13 kesan lêpirsîn dabû destpêkirin û ev 13 kes hatibûn girtin. Mesût Çelîk (70) û berdevka TJA’yê (Tevgera Jinên Azad) Ayşe Gokkan jî hatibûn destgîrkirin.
Hakîmtiya Cezayê ya Sulhê ya Mêrdînê diyar kir ku ji bo Gokkan û Çelîk werin girtin têra xwe delîl tune û bi şertê kontrola edlî ew berda.