ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Parêzer Jiyan Tosûn diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Fatma Tokmak giran bûye ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin.
Jiyana şoreşgerî ya 40 salî ya Sosyalîst Şîlan, ku ji ber nexweşiyê di 26'ê Nîsana 2018'an de li bajarê Lunen ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bi navê 'Şîlan a me' veguherî pirtûkê.
Partiyên muxalefetê yên Elmanyayê, weke Fransayê ji bo 'Tevgera Bozkûrt' a ku hêza paramîlîter û nijadperest a dewleta Tirk e bê qedexekirin, ketin nava liv û tevgerê.
Serokkomarê Kosovayê Haşîm Taçî ku ji ber sûcê şer doz lê hate vekirin, piştî ku îstifa kir teslîmî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bû. Taçî hate girtin.
Li gorî Ajansa Hawirdorê ya Yekîtiya Ewropayê, bi saya paşketina aboriyê ya ji ber şewba Covîd-19 kalîteya hewayê bi demkî baş bû be jî, bi taybetî bikaranîna plastîkê gelekî zêde bûye.