Yekîneyên Tolhildanê li 8 bajaran çalakî kirin

 Yekîneyên Tolhildanê li gelek bajan çalakî kirin.

Yekîneyên Tolhildanê li Stenbol, Edene, Amed jî di nav de li 8 bajaran çalakî kirin.  Yekîneyên Tolhildanê li ser çalakiyên xwe ev got: “Li ser bingehê hişmendiya xweparastinê û rêxistinkirina gel em ê li dijî faşîzm, qirkirin û mêtingeriyê xwe biparêzin.”

Agahiyên li ser çalakiyan wiha ne:

“ÊLIH

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Kawa Garzan û Şehîd Gulan:

1’ê Mijdarê li taxa Çay a Êlihê xeta gaza xwezayî ya diçû alaya leşkerî ya dijminên faşîst ji aliyê yekîneyên me ve hatiye teqandin. Bi saetan şewitî.

1’ê Mijdarê li ser rêya di navbera Walîtî û Emniyeta Êlihê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Cîhanek bê Rêbertî em ê di serê we de hilweşînin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin nivîsandin. Afîşa bi bombeyî hate daliqandin. Dijmin ê derdor dorpêç kir demek dirêj rê neda ketin û derketina herêmê.

1’ê Mijdarê ji bo salvegera Roja Cîhanî ya Kobanê li taxên Şafak, Kirik, 19 Mayîs, Beşevler û Hîlalê nivîsîn hatin nivîsandin. Di çalakiyê de ku fîşekên hewayî hatin teqandin dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Kobanê’, ‘Rojva’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ qîr kirin. Li Taxan teker hatin şewitandin, rê nehate dayîn kes bikeve tanxan û derkevin. Polîsên ku hatin herêmê hêzên me bi gombeyên deng û guleyên hewayî xwe parastin.

2’yê Mijdarê li taxa Hîlal a Êlihê mudaxeleyî şexsên li taxê madeyên hişbir difirotin kirin, yên madeyên hişbir difirotin hatin cezakirin.

2’yê Mijdarê li taxa navenda Êlihê texsiyek ya hevkarên dijmin hate şewitandin û 2 kes hatin cezakirin.

AMED

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Morde Makû û Şehîd Nûda Karker:

1’ê Mijdarê li Qada Azîzoglû ya Farqîn a Amedê li dijî dewriyeya polîsan çalakiyeke ya sabotajê hate kirin. Ziyan gihişte wesayîtê, li dijî dorpêçêkirina qadê ya ji aliyê dijmin ve hevalên me bi awayekî saxlem ji qadê dûr ketin.

1’ê Midjarê li navçeyên Rezan, Yenîşehîr, Sûr, Peyîzava, Bismil û Fraqînê, li ser bingehê serketina Kobanê çalakiyên nivîs û pankart hildan.

SÊRT

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sara Garzan:

1’ê Mijdarê li navenda Sêrtê li dijî şexsên ku li taxên Alan û Baglarê madeyên hişbir difirotin bi bombeyan çalakiyek hatiye kirin 3 kes hatin cezakirin

1’ê Mijdarê li taxên Bariş, Conkbayiri û Bahçelîevler ên Sêrtê pîrozbahiyên serketina Kobanê hatin kirin û pankat hatin daliqandin.

STENBOL

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Helmet û Arîn Mîrkan:

1’ê Mijdarê li 7 navçeyên Stenbolê li ser bingehê pîrozbahiyên serketina Kobanê pankartên bi bombeyî hatin daliqandin. Pîrozbahî bi fîşekên hewayî şevê dom kir.

2’yê Mijdarê li Çatalca ya Stenbolê wesayîtek ya faşîstan, li Sîlîvriyê jî wesayîtek û Merterê jî atolyeyek hate şewitandin û îmhakirin.

WAN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sema Koçer:

1’ê Mijdarê li 3 navêendên Wanê pankartên bi bombeyî hatin daliqandin.

Li navçeya Îpekyolû, Artemêtan û Peyîzava yên Wanê serketina Kobanê bi fîşekên hewayî hatin pîrozkirin. Heman şevê li Peyîzava kamyoneke ku xizmeta faşîzmê dike hate şewitandin û li gel barê wê hate îmhakirin.

EDENE

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bêrîtan Sila:

1’ê Mijdarê li taxa navenda Edeneyê pankarta bi bombeyî hate hildan, şevê jî ji bo serketina Kobanê pîrozbahî û xwepêşandanên bi fîşekên hewayî hatin teqandin.

MÊRSÎN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Gever:

1’ê Mijarê li taxên Tarsûs Akdenîz a Mêrsînê pankartên bi bombeyên destan hatin hildan. Şevê jî ji bo serketina Kobanê bi fîşekên hewayî çalakî hate kirin.

AGIRÎ

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhildan Agirî:

1’ê Mijdarê li navenda Agirê têkildarî serketina Kobanê pankart hate hildan.

2’yê Mijdarê li Bazîd a Agiriyê pankat û nivîs hatin nivîsandin.”