Leşkerên ku Şeralî Derelî qetil kirin: Hûn ê hêza Tirkan bibînin

Şeralî Derelî li Geverê bi 50 metreyî dûrî mala xwe ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû kuştin. Kur û biraziyê Şeralî Derelî diyar kir ku serdarê hate gund gef li wan xwar û got "Hûn ê hêza Tirkan bibînin."

Leşkerên Tirk ên ku li gundê Avyanê yê bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kirin, êvara 29'ê Cotmehê welatiyê bi navê Şeralî Derelî nêzî mala wî qetil kirin.

Xizmên Derelî têkildarî rastiya bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. Xizmên Derelî, anîn ziman ku dema çûn cenaze bigirin eskeran li wan daye û heqaret li wan kiriye. Xizm û kurê Şeralî anîn ziman ku serdar li cihê bûyerê gefa "Hûn ê hêza tirk bibînin' li wan xwariye. 
 
'EZ Ê GUND BIŞEWITÎNIM'
 
Biraziyê Şeralî Derelî, Ercan Derelî, anî ziman ku saet li dora 18.30'an dengê çekan ji nava gund hat û wiha got: "Piştî dengê çekan hat, me xwest em herin cihê bûyerê. Lê eskeran gotin 'Raweste' û destûr nedan me. Me hewl da ku em fêr bibin ka çibûye? Piştî 20 deqîqe şûnde ambulans hat cihê bûyerê. Dema me ambulans dît em ketin nava fikaran. Em meşiyan cem yekîneyan. Yekîneyan çek li me kişandin. Me got 'Çima ambulans  hat çibûye? Serdarê ku xwe wekî Fermandarê Jendermeyan da nasîn çek li me kişand û got 'Ez ê we bikujim'. Me got Xere fermandar? Çi bû? Got 'We eskerê min kuştiye. Ez ê vî gundî bişewitînim. Ez ê gund bi ser serê we de xera bikim. Ez ê dewlet çiye nîşanî we bidim.' û gef li me xwar. 
 
CENAZE DÛR XISTIN
 
Derelî anî ziman ku Fermandar Serdar dîsa çek li wan kişandin û got 'Terorîstên ku eskerê min bikujin ne welatiyê min in' û heqaret kirin. Eger esker bûna, wê bi ambulansa eskerî birîndar bibirana nexweşxaneyê. Lê saetek derbas bûn, dîsa birindar nebirin. Em bi komî çûn cem serdar me got 'We gule berda Apê me. Me bang li mamê min kir û me xwest em biçin cihê bûyerê. Lê dîsa çek li me kişandin û destûr neda em biçim wir. Dawiya dawî me esker derbas kirin û em çûn cihê bûyerê. Lê wan cenazeyê mamê min ji mal dûr xistibûn. Dema gule berdan mamê min dibe ku birîndar bû. Ambulanst jî hatibû. Lê mamê min qetil kirin. Çek li me kişandin û gotin 'Rawestin. Hûn hinekî din nêzîk bibin êmê berdin we. Li jêr 40 - 50 cemsên eskerî yên kirpî hebûn. Dema me berê xwe da cenaze ewil gule berdan hewa. Dema em nêzîkî cenaze bûn gule berdan ber piyên me. Gaz avêtin me. Dema em nêzî cenaze bûn, mamê min li erdê dirêjkirî bû. 
 
FERMANDAR: YÊ MIR MIR KES NIKARE MIRIYAN VEGERÎNE
 
Derelî, bal kişand ser gotinên Fermandarê Serdar û wiha berdewam kir: "Piştî me cenaze teşhîs kir, me ji Fermandar ê Serdar re got; Ka eskerê we yên birindar û mirî. Lê Fermandar jî bersiva 'Tişta bû bû. Kes nikare miriyan vegerîne. Dibe ku ji qeyrana dil jî miribe' Mamê min ji cihê bûyerê 100-200 metre dûr xistibûn. Ku em neçûna dê bêtir ji gund dûr bixistana û bigotina 'Ev zilam li çiyê hat kuştin' Wê wekî qaçaxvan nîşan bidana." 
 
'CENAZE 12 SAETAN LI ERDÊ MA'
 
Derelî, da zanîn ku piştî bûyerê maşîneyek sivîl hat û wiha lê zêde kir: "Mamê min bi saetan li erdê ma. Lê ambulansa ku hat, mamê min nebirin nexweşxaneyê. Me cahnîka birîndar jî li maşînê kir û me xwest bibin bêtar.  Me ji Fermandarê Qereqola Ovaîçî pirsî û got: "Madem  hûn mamê min nas dikin. We çima gule berda wî? wî jî got 'Na min gule berneda wî. Başe kê gule berda mamê min? Dibêjin eskerê derketin operasyonê gule berda wî. Wê deme hûn çend dewlet in. Serdarê hat vir dewletek e, tu dewletek e. Çend dewletên cuda hene? Em dipirsin. çend dewlet hene. We kuşt. Wê demê cenazeyê me bidin me. Piştî bûyerê me saet di 5'ê sibê de cenazeyê xwe bir nexweşwaneyê. Cenazeyê me 12 saetan li erdê hiştin. Me nikaribû tiştek bikiraya. Me gav diavêt gule li ser me direşandin. Destûr nedan ku em tiştekî bavêjin ser cenazeyê mamê xwe. Servekirî li erdê dirêjkirî bû û zarokan li cenaze dinerî." 
 
37 SAL ŞÛNDE HEMAN ZILM 
 
Li heman gundî di sala 1983'an de dîsa eskeran Abdulhalit Derelî kuştibûn. Ercan Derelî, destnîşan kir ku 37 sal  berê dîsa li heman gundî eskeran bi ser gundê wan de girtibû û mamê wan Abdulhalît Derelî kuştibûn. 
 
Kurê Şerali Derelî Sultan Alî Derelî jî qala bûyerê kir û wiha got: "Wekî her rojê bavê min hesp ji gomê derxist û bir çêrandinê. Saet li dora 6'ê êvarî vegeriya. Dema bavê min çû gomê saet li dora 18.30'an bû. Wê demê dengê çekan hat. Xwişka min û pismamê min çawa dengê çekê bihîstin derketin derve. Çawa em ji malê derketin esker hatin ber deriyê me. Me got "Xêre çi bûye? Li ser vê yekê gotin 'Çi kare we li vir heye' Me got 'em li vî gundî dijîn û dengê çekan hat' Piştre eskeran xwest em dîsa têkevin mala xwe. lê em neketin mal û me dîsa pirsî. Piştre me dît ambulans hat. Dema me ambulans dît em ketin nava fikaran. Me xwest biçin cihê bûyerê. Lê Fermandar ê ku Serdar e got ‘Hûn ê hêza Tirk bibînin. Ez ê we bişewitîm. We li jor berda eskerê min.' Xizmên me jî hatin. Me astengiya eskeran derbas kir û em çûn cihê bûyerê. Mît ku hesp kuştine. Lê bavê min ne li wir bû. Em bi jor ve çûn. Me dît ku gule berdane bavê min û bavê min li erdê dirêjkirî ye. Eskeran dora bavê min pêça bû. Destûr nedan ku em nêzî bavê min bibin. Li cihê ku hesp lê hat kuştin gule berdabun bavê min. Piştre cenazeyê bavê min ji cihê bûyerê dûr xistibûn. Ji bo rastiyê veşêrin û bêbextiyê bikin cenaze birin jor. Ji xwe derew kirin û gotin "Qaçaxvan e'. Cihê bavê min lê hat kuştin û cenaze 40 metre zêdetir hebû."
 
Derelî, da zanîn ku Walitiyê xwestiye bavê wî wekî tekîldarî tiryakê nîşan bide û got: "Walî daxuyanî da û got: 'Berê vî mirovî tiryak bikar dianî.' Em dibêjin bi hezaran kesên bi tiryakê eleqeder dibin hene. Wê demê divê hemûyan bikujin? Bavê min bê sûc e. Bavê min 10 salan girtî ma. Bila tiştê hatiye serê bav û mamê min xwedê qebûl neke." 
 
Derelî, anî ziman ku heval û xizmên wan alîkarî nedabûya wan, dê bavê wî ji gund dûr xistibûna wû wekî malzemeyên din danîna ser bedena wî û bûyer berovajî kiribûna. Hemû delîl winda kirin. Destûr nedan ku em cenaze bistînin. Heta saet 5’ê sibê me bi zorê cenazeyê bavê xwe girt. Saet di 18.00'ê êvarî de bavê min kuştin. Lê me cenaze saet di 5’ê sibê de girt. Di raporê de wekî saet di 22.18’an de kuştibin nîşan didin Piştî dengê çekan hat û piştî em çûn cihê bûyerê 40 deqîqe hebûn. Em ê pêvajoya hiqûqê bidominin. Em ê mafê xwe biparêzin. Em ê mafê bavê xwe biparêzin. Em dest ji vê bûyerê bernadin. Em ê teqes şopdarê vê dozê bin."